Komeleya Ehmedê Xanî: Referandum hêviya gelê Kurd e

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Ehmedê Xanî ya Rihayê bi boneya duyemîn salvegera referanduma serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê peyamek belav kir.

Komeleya Ehmedê Xanî bi boneya duyemîn salvegera referanduma serxwebûnê peyamek belav kir û ragihand ku, encamên referandumê hêviyeke mezin e ji gelê kurd re.

Di daxuyaniya Komeleyê Ehmedê Xanî de wiha hate gotin: “Em di duyemîn salvegera ‘Referanduma Serxwebûnê’ de bi taybetî gelê Başûrê Kurdistanê û hemû gelê kurd pîroz dikin. Encamdana referandumê xewnên bi mîlyonan Kurd geş kirin. Bi saya referandumê hêviyên serxwebûnê yên gelê Kurd ku qalik girtibûn dîsa zindî bûn. Rêferandum dê her wext ji gelê kurd re hêviyeke mezin be.

Referandum di pratîzekirina fikrên Ehmedê Xanî ên di riya dewletbûnê de pêngaveke girîng bû. Gelê Kurd bi referandumê çarenivîsa xwe diyar kir û di riya dewletbûnê de qonaxeke zehmet derbas kir. Proseya referandumê ji yekitî û tifaqa gelê kurd re xizmeteke mezin kir.”

Komeleya Ehmedê Xanî amaje bi wê yekê kir ku encamdana referandumê biryara guherandina qedera reş a kurdan bû û radigihîne: “Yekemcar e ku li Rojhilata Navîn milletekî xwest ku çarenivîsa xwe bi awayekî demokratîk û aştiyane diyar bike. Lê mixabin dagirkeran tehemula biryara gelê Kurd nekirin."