Berfê serê Çiyayê Sîpanê xemiland
Hewlêr (Rûdaw) - Li Çiyayê Sîpanê ser bi navçeya Elcewaza Bedlîsa Bakurê Kurdistanê berfa yekem a îsal bariya û xweza bi rengê spî xemilî.
Li herêma Serhedê ku ev çend roj in baran dibare doh 24ê Îlona 2021ê di demjimêrên êvarî de li serî çiyayên bilind berf bariya û dîmenên ciwan derketin holê.
Çiyayê Sîpanê di rêza çiyayên herî bilind de sêyemîn e û bilindahiya wê ji asta deryayê 4 hezar û 58 metre ye.
Herwiha li bajarên wek Qers, Wan, Erdexan, Erzerom û Erzînganê jî berfa yekem a îsal bariya.
Li aliyê din li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ji ber barana zêde li çend gundan lehî rabû û mal û dikanên xelkê di bin avê de man.
Li gor agahiyan doh 24ê Îlona 2021ê di demjimêrên êvarî de baranê destpê kir û heta serê sibeha 25ê Îlonê jî berdewam bû. Ev jî bû sedem ku li gundên Seyrantepe, Altintepe û Abdurahman Gazî yên ser bi navçeya Tûşbayê gelek mal û dikan di bin avê de bimînin û zerara maddî çêbibe.