Li Silêmaniyê Konferansa Kurdnasiyê tê lidarxistin

Silêmanî (Rûdaw) - Bi beşdariya hejmarek Kurdnas, zimannas û lêkoleran, Konferansa Kurdnasiyê li Zanîngeha Amerîkî ya Silêmaniyê tê lidarxistin.

Konferans dê 3 rojan bidome ku hejmarek çalakiyên hunerî û pêşangehên pirtûkan jî li xwe digire.

Bi amadebûna hejmarek nivîskar û lêkolerên Kurd û biyanî li Zanîngeha Amerîkî ya Silêmaniyê, Konferansa Kurdnasiyê dest pê kir.

Di konferansê de li ser ziman, siyaset, çand û civaka Kurdî gotûbêj tên kirin.

Serokê Zanîngeha Amerîkî ya Silêmaniyê Dr. Bîlal Wehab li ser armanca konferansê ji Nûçegihanê Rûdawê Pêşewa Bextyar re ragihand:

"Hevdîtin ji bo danasîna Navenda Keşkolê ya li Zanîngeha Amerîkî ye ku şaheserên edebî yên Kurdî wergerandine zimanên cîhanî, bi taybetî jî Îngilîzî."

Dr. Bîlal Wehab anî ziman:

"Armanca me ew e ku em nifşekî nû yê Kurdnasan bidin nasîn ku ew bi xwe Kurd in û Kurdnasiyê vedigerînin Kurd û Kurdistanê, da ku em ji çavê xwe ve mijarên Kurdî bi derve bidin nasîn."

Serokê Zanîngeha Amerîkî ya Silêmaniyê Dr. Bîlal Wehab da zanîn ku zanîngeh girîngiyeke mezin dide gihandina nifşekî nû û xizmetkirina civakê û da zanîn:

"Lewra ji bilî mijarên akademîk, 7-8 pêşangehên hunerî û pirtûkan di konferansê de bi rê ve diçin ku tê de zêdetirî 20 nivîskarî pirtûkên xwe belav dikin."

Bîlal Wehab her wiha destnîşan kir ku konferans dê 3 rojan bidome û di roja dawî de jî, dê konserek ji aliyê komeke hunerî ve were lidarxistin.