Wezareta Çavkaniyên Xwezayî: Firotina petrolê di nava 48 saetan de dest pê dike

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku piştî peymana sêalî ya bi Bexda û kompanyayan re, dê di nava 48 saetên bê de dest bi ji nû ve firotina petrola Herêma Kurdistanê bê kirin.

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku piştî peymana sêalî ya di navbera wan, Wezareta Petrolê ya Federal û kompanyayên hilberîner ên petrolê, li ser ji nû ve firotina petrola Herêmê li hev kirine.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di nava van 48 saetan de, dê dest bi ji nû ve firotina petrolê bê kirin."

Piştî 18 mehan, peymana petrolê di navbera Hewlêr û Bexdayê de hat îmzekirin

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî li ser peymanê got, "Ev 18 sal bûn em li benda vê destkeftê bûn."

Li gorî peymana sêalî dê rojane 230 hezar bermîl petrola Herêma Kurdistanê bê firotin û lêçûna wê jî wekî petrol dê ji kompanyayan re bê dayîn.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Îraqê 22yê Îlonê li gel kompanyayên petrolê, peymaneke sêalî ji bo ji nû ve firotina petrola Herêma Kurdistanê îmze kirin.

Ev pêngav dawî li rawestana 18 mehan a hinardekirina petrolê tîne.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî piştî peymanê ragihand ku ew gihiştine "peymaneke dîrokî" û got, "Ev 18 sal bûn em li benda vê destkeftê bûn."

SOMO dê petrolê bifiroşe

Wezareta Petrolê ya Îraqê jî hûrgiliyên zêdetir eşkere kir û ragihand ku Kompanyaya Firotina Petrolê ya Îraqê (SOMO) dê ji bilî beşa ji bo bikaranîna navxweyî, erkê firotina petrola Herêma Kurdistanê ji Bendera Ceyhanê bigire ser xwe.

Wezaretê tekez kir ku ev pêvajo dê li gorî destûr, yasaya budceyê û biryarên Dadgeha Bilind a Federal be.

Ji nû ve firotina petrolê, yek ji mercên sereke yên şandina meaşên karmendên Herêma Kurdistanê ye.

Li gorî peymanê, ji bo lêçûna derxistin û veguhastina bermîlek petrolê 16 dolar hatine diyarkirin.

Ev pere dê ne wekî dirav, lê wekî petrol bi bihayê wê rojê ji kompanyayan re bê dayîn.