PWK: Xwedîlêderketina îradeya referandumê erkekî neteweyî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi boneya salvegera referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku xwedîlêderketina îradeya referandumê "wazîfeyeke neteweyî ye" û bangî  partiyên siyasî kir ku bi yekgirtî li destkeftiyan xwedî derkevin.

Îro salvegera 8emîn a Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ye.

Referandûma Serxwebûna Kurdistanê 25ê Îlona 2017an hat lidarxistin.

Xelkê Herêma Kurdistanê û herêmên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bi rêjeya ji sedî 93 piştgirî da serxwebûna Başûrê Kurdistanê.

PWKyê   bi boneya salvegera referandûmê peyamek belav kir.

PWKyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku dewleta federe ya Başûrê Kurdistanê berhema têkoşîna her çar parçeyên Kurdistanê ye û got:

"Em dibêjin lêxwedîderketina îradeya referandûma serxwebûnê û parastina destkeftiyên Başûrê Kurdistanê wazîfeyeke neteweyî, niştimanî ya hemû Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê ye."

Bangî hêzên siyasî û dewletan hat kirin

PWKyê di salvegera referandumê de bangî partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê kir ku di zûtirîn dem de hikûmeta xwe ya hevbeş ava bikin û "bi tifaq û yekgirtineke neteweyî, li hemû destkeftiyên heyî xwedî derkevin".

Her wiha hat xwestin ku hêza Pêşmerge û hemû dezgehên heyî yên dewletbûnê bên yekkirin û bipêşxistin.

Di daxuyaniyê de bangî hemû hêzên çekdar, siyasî û dewletên cîhanê û herêmê jî hat kirin ku rêzê li desthilatdariya rewa ya Serokatî, Hikûmet, Parlamento û Hêzên Pêşmerge yên Başûrê Kurdistanê bigirin.