Amed bêndera çanda Kurdan e

25-10-2017
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Bajarê Amedê di dîroka kurdan de roleke gelek girîng standiye û ev bajar ne tenê bûye bêndera çanda kurdan herwiha ji bo çend gelên din jî bûye bêndera bîr û baweriyên cuda,  folklor û zargotinên cuda û ev hemû li vê bênderê tevlîhev bûne.


Bajarek  heye ku şopa 10 hezar salan li ser e,  bajarek  heye ku mazûvantiya bi dehan şaristaniyan kiriye, bajarek  heye ku mirovahî bi tevî hilberînên çandinî û ajalên kovî li vê derê kedî bûne, ev bajar Amîd, Amîda, Dîkrana Gerd, Diyarbekir, ango Amed e.


Amed mala hemû mirovahiyê ye, Ji Hurî û Mîtaniyan bigire, heta Aşûr û Aramiyan; ji Ûrartûyan bigire heta, Med, Îskît, Pers, Makedon, Part, Tîgran û Romayiyan; ji Eyûbî û Merwaniyan bigire heta Akoyûniyan  şopên dîroka mirovahiyê li ser bircên Amedê neqşandîne.


Civaknas û helbestvan Şêxmûs Sefer ji Rûdawê re wiha bahsa bajarê Amedê kir: “Amed bajarek wisa ye;  ku yên  tasek ji ava wê vexwarin dibin evîndarê bedewiya wê. Herwiha Amed bizoteke agirê dil e,  ji dûrketiyê xwe re. Bajar wek nasname ne û her bajarek nasnameya xwe hene.”


Kilama Têlîyê,  ya ku Dengêjê Navdar Huseynê Farê dilorîne li “Qonaxa Mala Cemîl Paşa” belav dibe, Qonaxa Mala Cemîl Paşa jî yek ji wan şunwaran e ku ew li Amedê ev 130 sal in,  li ser xwe ma ye, Zeyneb Yaş, di vê Qonaxê de mîrateyên vê bajarê berhev dike.


Dîrokê rolek wisa daye bajarê Amedêku ev bajar bûye wek bêndera çanda miletên her curê, gelên cuda, bîr û baweriyên cuda,  folklor û zargotinên cuda li vê bênderê tevlîhev bûne.


Mala Dengbêjan li nav Sûra Amedê ye ku dengên resen tu carî jê hewşa wê  kêm nabin, ew dengbêj bi wêrekî û mêrxasî li hember hemû guvaş û zextên li ser dîroka Kurdan, li ber xwe didin û tîşkên rojê didin ser dîroka veşartî û qedexekirî. Seyîdxanê Boyaxçiyê Amedê, ji kezeba şewitî dilorîne sır û efsûnên kevirê reş ku ew nexşeya bajarê Amedê ye. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst