Qamişlo (Rûdaw) – Mijara danûstandinên Rêveberiya Xweser ên bi Şamê re careke din asteng dibe, bi taybetî piştî gefên hikûmeta Sûriyê û nîşandana niyeta xwe ya derbarê vegerandina serweriyê de, di nav wan de jî deverên di bin desthilata Rêveberiya Xweser de.
Her çiqas herdu civînên di navbera şanda Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û hikûmeta Şamê de bê encam bûn, lê rêveberiya Rojava dibêje ku li cem wan deriyê danûstandinê vekirî ye û ti carî pirsgirêka Sûriyê bi rêya leşkerî nayê çareserkirin.
Şêwirmendê Encûmena Zagonsaz Ebdulselam Ehmed ragihand ku "em weke prensîp ji bo diyalogê vekirî ne, bi tevahî hêzên ku asteng nebin li pirsgirêka Sûriyê, yek ji wan jî rejîm, pirsgirêka Sûriyê bi rêya leşkeriyê çareser nabe, deriyê me vekirî ye".
Şama paytext ku rijd e li ser sepandina heman destûra ku 7 sal in li Sûriyê şer li ser tê kirin, dibêje ku ji bilî serbixwebûna milê xizmetguzariyê, ew ti cureyên serbixwebûnê qebûl nakin. Lê şirovekarên siyasî balê dikşînin ser wê yekê ku bi guvaşên navdewletî, eger heye ku Şam pêşwazî li nêrînên cuda yên di nav Sûriyê de bike.
Di 8ê Tebaxê de yekem civîn di navbera şanda MSD û hikûmeta Sûriyê de hat pêkanîn, piştre çend civînên eşkere û bi dizî hatin lidarxistin, lê tevahiya wan civînan bê encam man, ku mijara guhertina Destûra Sûriyê û çawaniya rêvebirina herêmê, xala herî bi nakok e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse