Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistineke ser bi Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) girtina endamê xwe yê rojnamevan Ehmed Sofî li Dêrikê şermezar dike û radigihîne ew ji aliyê girûpeke PYDê ve hatiye girtin, heya niha jî Asayişa Dêrikê tu daxuyanî derbarê bûyera girtinê de, dernexistiye.
Di daxuyaniyeke nivîskî de ku ji aliyê rêxistina Deşt a girêdayê PDK-Sê li Dêrikê hatiye derxistin, hatiye gotin ku endamê komîteya wan a herêmî, Ehmed Sofî ku weke peyamnêrê televîzyona ARKê kar dikir, roja Duşembiyê 22ê Cotmeha 2018an li ser rêya di navbera Dêrik û gundê Bane Qesrê de ji aliyê girûpeke çekdar ve hatiye girtin û ber bi cihekî nediyar ve hatiye birin.
Li gor daxuyaniya wê rêxistina PDK-Sê ew grûpa çekdar girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bûye.
Rêxistina Deşt herwiha girtinên bi vî awayî şermezar kiriye û diyar kiriye, ku ew kiryar li dijî wan bang û hewlan e ku ji bo yekrêziya hêz û aliyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê tên kirin.
Di daxuyaniyê de tê gotin, "em daxwaz ji desthilata Rêveberiya Xweser dikin ku sînorekê ji wan grûpan re dane, ku kiryarên girtin û revandinê encam didin ku binpêkirineke aşkere ye bo karê azad ê rojnamegeriyê û herwiha binpêkirin e li hember mafê mirovan."
Ji aliyê xwe ve jî heta niha ti daxuyaniyeke fermî ne ji aliyê Asayişa Dêrikê û ne jî ji aliyê ti saziyeke Rêveberiya Xweser ve derbarê girtin û çarenivîsa Ehmed Sofî de nehatiye dan.
PDK-S ku partiyeke endam di Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê de ye, û PYD bi hev re li ser gelek mijarên têkildarî Rojavayê Kurdistanê nakok in. PYD li Rojavayê Kurdistanê û beşek ji bakurê Sûriyê desthilatdar e û Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk li wan deran damezandiye, ku ENKS û partiyên endam têde îtîrafê bi wê rêveberiyê nakin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse