Li Qamişlo merasima malavayîkirina li Ebdulhemîd Hacî Derwîş birêve diçe
Hewlêr (Rûdaw) - Îro li Qamişlo merasima oxirkirina siyasetvanê Kurd û Sekreterê Giştî yê Partiya Pêşverû, Ebdulhemîd Hacî Derwîş hat lidarxistin.
Biryar e piştî merasîmê cenazeyê wî bo Dirbêsiyê bê veguhastin û li gundê Qermanê yê ser bi vî bajarî ve, ku cihê jidayikbûna wî ye, were veşartin.
Serê sibeha roja Pêncşemê, Sekreterê Partiya Demokrata Pêşverû, Ebdulhemîd Hacî Derwîş di temenê 83 saliyê de koça dawiyê kir.
Bi boneya koça dawî ya wî, serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serkirdeyê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl Elî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî û hejmarek ji serkirdeyên din ên Kurd peyamên sersaxiyê belav kirin.
Serok Barzanî xemgîniya xwe bi wefata Ebdulhemîd Hacî Derwîş anî ziman û hevxemiya xwe li gel malbata wî û Kurdên Rojavayê Kurdistanênîşan da.
Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de ragihandiye, Ebdulhemîd Hacî Derwêş, hemû jiyana xwe bi xizmetkirina gelê xwe re derbas kiriye û di vê rêyê de gelek zehmetî dîtine.
Fermandarê HSDê Mezlûm Kobanî jî ragihand ku Hemîd Hecî Derwêş doh bi şev nameyek ji wî re şandibû, lê wefata wî ya zû mecal neda ku ew bersiva nameya mamosta Hemîd bide.
Ebdulhemîd Hacî Derwîş, sala 1936 li gundê Qermane yê ser bi bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûbû û yek ji damezrênerên yekem partiya Kurdî li Sûriyê, PDK-Sê bû ku di sala 1957an de hat damezrandin.
Hacî Derwîş ji nifşê yekem ê siyasetmedarên tevgera siyasî ya kurdî li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bû. Di sala 1990 weke endamê parlamentoya Sûriyê hate hilbijartin, herwiha ji damezrênerên Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) bû.
Wî çend caran daxwaza lihevhatina TEV-DEM û ENKSê kiribû.
Ebdulhemîd Hacî Derwîş, siyasetmedarekî lîberal bû, ew di wê baweriyê de bû ku pirsa Kurd li Şamê tê çareserkirin û her demê dixwest ku Kurd bi Şamê re danûstandin û diyalogê bikin.