RIHA - Polîsan bi ser malan de girt: 5 kes bi hinceta PKKyê hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê polîsan bi ser çendîn malan de girt û bi hînceta PKK/KCKyê 5 kes hatin desteserkirin.

Li ser biryara Serdozgariya Komarê ya Rihahê, li parêzgehê operasyonek hat destpêkirin.

Di operasyonê de polîsan bi ser çendîn malan de girt û 5 kes bi hinceta PKK/KCKyê hatin desteserkirin.

Hat ragihandin ku kesên hatîne desteserkirin birine Navenda Ewlehiyê ya Rihayê û lêpirsîna wan berdewam dike.

Herwiha derbarê nasnameya kesên hatîne desteserkirin de ti zaniyarî nehatine dayîn.