Îranê gule li kolberan reşandin: Kuştî û birîndar hene
Hewlêr (Rûdaw) – Li ser sînorê Baneyê yê Rojhilatê Kurdistanê kolberek hat kuştin û kolberek jî birîndar bû.
Şeva borî hêzên ewlehiyê yên Îranê li deverên sînorî yên bajarê Baneyê gule li kolberan reşandin û di encamê de kolberekî bi navê Îbrahîm Pîranzad canê xwe ji dest da.
Li gorî agahiyan, gule li dilê wî kolberî ketiye û ew di cih de miriye.
Her wiha kolberekî din ê bi navê Şaho jî birîndar bûye û ew birine nexweşxaneyê.
Li gorî yasaya bikaranîna çekan a li Îranê, divê hêz berî guleyan bireşînin divê 3 caran daxwaza rawestan û teslîmbûnê bikin û pişt re eger guh neyê dayîn, ji navtengê jêrtir divê gule werin avêtin.
Meha borî herî kêm 4 kolber di encama êrişên hêzên Îranê de li deverên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.