Li Ciwanroyê 2 mamosteyên Kurd ji ber sirûdekê hatin cezakirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Ciwanroyê yê Rojhilatê Kurdistanê, birêvebir û cîgira birêvebirê dibistanekê ji ber ku xwendekaran di bibîranîna Komkujiya Helebceyê de sirûdek xwendibû, hatin cezakirin.
Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, Birêvebiriya Perwerdeyê ya bajarê Ciwanroyê Zeytûn Kehzadî, Birêvebira Dibistana Seretayî ya Keçan a Fîrdewsiyê û cîgira wê Mêhrî Xusrewîzade ceza kirin.
Sedema cezayê ew bû ku xwendekaran ji bo bibîranîna Komkujiya Helebceyê sirûdek xwendibû.
Zeytûn Kehzadî ji erkê birêvebiriyê hat dûrxistin û pileya mamostetiyê ya Mêhrî Xusrewîzadeyê jî pileyek hat kêmkirin.
Xwendekarên Dibistana Fîrdewsiyê 13ê Adara 2025an bi hevkariya mamoste Mêhrî Xusrewîzadeyê ji bo bibîranîna qurbaniyên Komkujiya Helebceyê sirûda 'Rêya Xebatê' gotibû û sirûd ji bilindgoyê dibistanê jî hatibû weşandin.
Vîdeoya xwendina sirûdê bilez li ser torên civakî belav bû û dengekî mezin veda.
Mamosteyekî ji Ciwanroyê ku agahdarê bûyerê ye ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku hêzên ewlehiyê yên Ciwanro û Kirmaşanê zexteke mezin li Birêvebiriya Perwerdeya Ciwanroyê kiriye da ku birêvebira dibistanê ji kar dûr bixin û her du mamosteyan ceza bikin.
Wî mamosteyî her wiha da zanîn ku Zeytûn Kehzadî û Mêhrî Xusrewîzade ji kar nehatine avêtin lê Zeytûn Kehzadî ji erkê birêvebiriyê hatiye dûrxistin û wekî mamosteya asayî dê dersan bide.
Her wiha pileya mamostetiya Mêhrî Xusrewîzadeyê jî pileyek hatiye kêmkirin û ev yek bûye sedema kêmbûna meaşên wan.
Li gorî heman çavkaniyê, bi her du mamosteyan peymanek hatiye îmzekirin ku careke din rê nedin çalakiyên bi vî rengî li dibistanê bên lidarxistin.
Awaz û gotinên sirûda 'Rêya Xebatê' di eslê xwe de sirûdeke Rûsî ye û ji aliyê Şehîd Aram ve li Kurdî hatiye wergerandin û hejmarek hunermendan ew gotiye.