Leyla Zana çû serdana Îsmaîl Beşîkçî
Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedara Kurd Leyla Zana, çû serdana nivîskar Dr. Îsmaîl Beşîkçî ku li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê tê dermankirin.
Leyla Zanayê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wêneyan ji serdanê parve kir.
Leyla Zanayê got, “Tedawiya Îsmaîl Beşîkçiyê hêja yê ku em hîn jî gelekî hewcedarî pênûsa wî ne, li Amedê baş dibe.
Piştî bi salan em û ‘Mamosteyê Zer’ ê Kurdan gihiştin hev, me hêviyên xwe yên şifayê jê re ragihandin. Ti gumana me nîne ku ew dê vê jî derbas bike.”
#WÊNE - Leyla Zanayê Dr. Îsmaîl Beşîkçî ziyaret kir
— RudawKurdi (@RudawKurdi) October 25, 2025
Dr. Îsmaîl Beşîkçî li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê tê dermankirin
📸Leyla Zana Instagram pic.twitter.com/1ylhm41pCS
Çi bûbû?
Civaknas û nivîskar Dr. Îsmaîl Beşîkçî, 27ê Îlona 2025an li Amedê di Festîvala 9emîn a Belgefîlman a FîlmAmedê de piştî nîşandana belgefîlma li ser jiyana xwe dema li ser dikê axaftinek dikir ji nişka ve nexweş ketibû.
Tîmên tenduristiyê Beşîkçî rakiribû Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê.
Li vir di kontrolan de hatibû tespîtkirin ku xwîn çûye ser mejiyê Beşîkçî.
Tedawiya Beşîkçî li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê berdewam dike.