Mesrûr Barzanî: Budce, Madeya 140î û debara xelkê bûne zexta siyasî

Hewlêr (Rûdaw) - Mesrûr Barzanî tekezî li ser bicihanîna Madeya 140î ya destûra Îraqê kir û dibêje, “Em rê nadin Îraq ber bi dîktatoriyê û paş ve vegere.”

Hilbijartinên Parlamentoya Îraqê 11ê Çiriya Paşîn a 2025an tên lidarxistin.

Alîkarê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî li Hewlêrê beşdarî danasîna namzedên PDKyê yên Kerkûkê bû û gotarek pêşkêş kir.

Mesrûr Barzanî got, "Niha PDK partiya siyasî ya herî bihêz ye û em dixwazin li Bexdayê mafê xelkê Kurdistanê û tevahiya Îraqê biparêzin."

Hinek alî li şûna ku mafê xelkê biparêzin, tenê ji bo berjewendiyên xwe kar kiriye.

Ji ber vê yekê namzedên me diçin Bexdayê daxwaza mafê xelkê zilim lê hatiye kirin bikin, ne ku rêkeftinên veşartî bikin."

PDKyê beşeke sereke ya bernameya xwe terxan kiriye ji bo herêmêb Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, bi taybetî jî ji bo bicihanîna Madeya 140î ya destûra Îraqê.

Mesrûr Barzanî amaje pê da ku PDK di bernameya xwe ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Îraqê de soz dide û got:

"Di serdema bê ya Parlamentoya Îraqê de li gorî destûra herdemî ya Îraqa federal, em dê hemû hewlên xwe bidin û kar bikin ji bo vegerandina herêmên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê."

Alîkarê Serokê PDKyê her wiha got ku PDKyê tekezî li ser "bicihanîna Madeya 140î ya destûra herdemî ya Îraqa federal û mîkanîzmayên wê yên wekî asayîkirin, serjimêrî û rapirsiyê û bidawîanîna rewşa xerab a wan navçeyan û qerebûkirina xelkê wan" kiriye.

“Namzedên me ji bo Madeya 140î diçin Bexdayê”

Alîkarê Serokê PDKyê ji alîgirên partiya xwe yên li Kerkûkê re tekezî li ser bicihanîna Madeya 140î wekî xwe kir û wiha anî zimên:

"Namzedên me ji bo bicihanîna Madeya 140î diçin Bexdayê."

Mesrûr Barzanî her wiha ragihand "Eger Kerkûk di destê PDKyê de be, dê bibe mînaka pêkvejiyanê li seranserê cîhanê.

Em dixwazin projeya ronahiyê bigihîje Kerkûkê, divê Xaneqîn, Şingal, Zumar û herêmên din vegerin ser Herêma Kurdistanê."

Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê jî kir, "Şerê me yê li Parlamentoya Îraqê divê ji bo bicihanîna destûrê be, nabe ku destûr bibe bijardeya di destê hinek kesan de."

“Meydanxwendina milyonek dengî”

PDK di bangeşeyên xwe de daxwazê ji dengderên xwe dike ku dengên partiyê bigihînin milyonek dengî.

Nêçîrvan Barzanî çend caran ev daxwaz ji dengderên PDKyê kiriye û Mesrûr Barzanî jî tekezî lê dike û dibêje:

"Birayê min ê hêja Kek Nêçîrvan meydanxwendina milyonek dengî ragihandiye."

Pirsa avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê beşek bû ji peyamên Mesrûr Barzanî ku namzedê PDKyê ye ji bo serokatiya kabîneya dehem û ragihand:

"Rêgirtina li pêşiya avakirina hikûmetê ne destkeft e ku mirov pê serbilind be."

Derbarê bicihanîna destûra Îraqê û mafên Kurdan de jî Mesrûr Barzanî got:

"Budce, Madeya 140î û debara xelkê kirine zexta siyasî, me destûr nivîsî da ku kes destûrê bin pê neke."

Mesrûr Barzanî wiha pê de çû "Pêwîst e vê carê li parlamentoyê şerê yasayî bikin û êdî rê nadin ku Îraq ber bi dîktatoriyê û paş ve vegere."