Hêzên kurdan li Kobanî pêşde diçin

 

Kobanî (Rûdaw)- Balafirên Hevpeyamniya Navnetweyî îro serê sibehê 2 caran çeperên DAIŞê li navenda bajarê Kobanî bombebaran kirin.

 

Peyamnêrê Rûdawê li nêzîk bajarê Kobanî, Imer Kalo ragihand ku balafirên hevpeymaniyê îro derdora saet 03:40ê û berî wê bi saetekê jî, çeperên DAIŞê li navenda bajarê Kobanî bombebaran kirin.

 

Peyamnêrê Rûdawê herwiha got, îro serê sibehê çekdarên DAIŞê 3 hawan avêtin taxên Kobanî yên ku di destê hêzên kurdî de ne.

 

Bi gotina peyamnêrê Rûdawê, ji îro serê sibehê ve rewş li Kobanî arame û dengê guleyan nayê bihîstin, herwiha ji şeva borî ve şer rawestiyaye.

 

Hêzên Pêşmerge û şervanên YPGê di van du rojên borî de li navçeya di navbera Şaredariyê û Hola Azadî de pêş de çûne.

 

Di şerê li heman navçeyê de 25 cenazeyên çekdarên DAIŞê û hinek çek û cebilxaneyên wan jî ketine destê hêzên kurdî.