Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîre Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê di destpêkirina kampayaya roja rûbirûbûna tûndû tûjiya li dijî jinan de ewê tûndiyan li ser jinan nehêlin.
Îro li Hewlêrê di roja rûbirûbûna tûndûtûjiya li dijî jinan de li Kurdistanê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, merasîma vekirina kampanya li hember derketina tûndûtûjiya li dijî jinan ji bo 2 heftiyan bidome dest pê kir.
Serokwezîr Barzanî di merasîma avahiya Encûmena Wezîran axaftinek pêşkêş kir. Barzanî ragihand ku ev kampanya niha di rewşeke ji ya sala berê cudatir de tê ragihandin ji ber ku niha Kurdistan rûbirûyê şerekî dibe.
Nêçîrvan Barzanî her wiha got, her tûndûtûjiya ku di nava malbatê de yan jî li eniyên şer li hemberî jinê bê kirin, ew tûndûtûjî li beramberî temamê mirovahiyê ye.
Barzanî anî ziman ku metersiya herî mezin a niha li ser jinan rêxistina DAIŞê û bi bîr anî ku çekdarên DAIŞê jinên kurdên êzîdî û gelek jin revandine muameleyk xirab li wan dike.
Nêçîrvan Barzanî paşê jî axaftina xwe wiha domand:
“Ji beriya niha di encama hin teşebusên Hikûmeta Hêrema Kurdistnê de hin jinên êzîdî yên kurd me rizgar kirin. Bila jin jî vê yekê bawer bin ku emê him li eniya şer him jî li malê tûndiya li ser wan rabikin. Em ji ber vê yekê jî hewl didin. Di dîrokê de jinên kurd gelek caran rastî zilm û zordariyan hatine lê ti caran dest ji xwe bernedane. Herwiha şervanên jin ên Kobanî minaka vê yekê ne.”
Di beşekî din ya axaftina xwe de jî Nêçîrvan Barzanî behsa rol û berxwedana jinên kurd li Kobanî dike ku niha li dijî çekdarên DAIŞê şer dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse