Heşda Şeibî dibe sedema koça kurdan û erebên sunne
Germiyan (Rûdaw) – Hebûna çekdarên Heşda Şeibî û hêzên iraqî li Kerkûk û Xurmatoyê, bûye sedema ku kurd û erebên sunne ji wê herêmê koçber bibin.
Roja 16ê cotmeha 2017ê çekdarên Heşda Şeibî û hêzên iraqî bi piştevaniya Supaya Pasdaran a îranî bi çekên giran êrişî Kerkûkê kirin û bajêr kontrol kirin. Di heman demê de wan hêzan çend deverên din ên Kurdistanî yên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê jî dagir kirine.
Piştî çekdarên Heşda Şeibî û hêzên iraqî têketin Kerkûk û herêmên Kurdistanî yên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê beşeke mezin a kurdan û erebên sunne li Kampa Taze ya Germiyanê hatin bicîkirin.
Welatiyê ereb ê bi navê Mihemed Casim ji Rûdawê re diyar kir ku ew neçar bûne li kampê bijîn û got: “Heşda Şeibî û Hizbulah rê nadin ku em vegerin Curfsexirê.”
Welatiyên kurd ê ji Xurmatoyê ku ew jî li heman kampê ye got: “Tişta DAIŞê anî serê me Heşda Şeibî jî heman tişt anî serê me. Malan talan dikin, dişwetînin û xelkê dikujin.”
Encumena Parêzgeha Babilê, Tîrmeha 2017ê biryar derxist ku xelkê herêma Curfsexirê venegerin.
Hat ragihandin ku ji bo kesên vegerin dê derbarê wan de lêpirsîn dest pê bike.
Xelkê medenî yê Zummar û Celawleyê jî dibêjin ku Heşda Şeibî rê dide vegera kesên ku beriya niha girêdayî DAIŞê bûne.
Li gor zaniyariyên berdest ji herêma Curfsexirê 120 û ko Xurmatoyê jî 50 hezar kesam malên xwe terikandine.
Koçberê xelkê Xurmatoyê Mahir Reşîd jî wih axivî: “Heşda Şeibî, me kurd û erebên sunne weke DAIŞê dihesibînin.”
Koçberekî ji herêma Curfsaxiriyê Elî Hazim jî got: “Heger em vegerin dê me bikujin. Li herêma aramî nîne. Ne hikûmet û ne jî yasa hene û qet behsa wan nayê kirin jî.”