Mesrûr Barzanî: Hikûmet dê mafê jinan biparêze
Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barznaî serdana navendeke parastina jinan kir û ragihand ku hikûmeta Kurdistanê dê parêzerê mafê jinan be.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêr îro bi boneya 25ê Mijdarê Roja Rûbirûbûna Tundûtûjiyê li Dijî Jinan serdana navendeke parastina jinan kir.
Mesrûr Barzanî guhdariya daxwazên jinan kir û ji dezgehên hikûmî xwest daxwazên wan bicih bînin.
Barzanî wiha got: “Bi min baştir bû ku li şûna ez gotarekê bixwînim, serdana we bikim û ji nêzîk ve guhdariya daxwazên we bikim.”
Serokê Herêma Kurdistanê anî ziman ku ew dixwazin civaka dûrî her tundûtûjiyekê li dijî jinan be û wiha pê de çû: “Jin divê ne tenê parastî bin, di heman demê de divê hemû mafên wan ên jiyan û jî were parastin. Pêwîst e jin jî wek her takekî civakê, mafê wan ên tenduristî di civakeke tendurist de hebe. Bêgûman ji bo ev yek pêk were divê derbarê vê yekê de yasa û helwestên civakê li hember jinê erênî bin. Divê hikûmet mafan wan biparêze. Ji îro pê de em dê ti xemsariyekê nekin û tişta ji me bê em dê bikin.”
Wezîra Karûbarên Civakî Kiwêstan Mihemed jî di serdanê de ligel Serokwezîr amade bû.