Yehya Munîs: Em dixwazin pirsgirêkên Kurdan bixin rojevê

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskar Yehya Munîs derbarê saziya nû de ragihand ku ew ne girêdayî ti partiyan e û tekez kir, “Mixatabê me dê miletê Tirk be, em dixwazin pirsgirêkên Kurdan bixin rojevê.”

Li Bakurê Kurdistanê amadekariyên avakirina saziyeke nû tê kirin û nivîskar Yehya Munîs ku yek ji rêkxeran e, beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa hereketa nû kir.

Yehya Munîs behsa lîsteya navên kesayetan kir û got ti haya wan ji wê lîstê nîne û “ne hatiye wê astê ku bê belavkirin.”

Munîs diyar dike, “em dixwazin saziyekê ava bikin ku pirsgirêkên Kurdan bi Tirkiye, xelkê Tirkiyê û cîhanê bidin qebûlkirin” û dibêje, “Mixatabê me ne hikûmet lê xelkê Tirk e, em dê li gel saziyên Tirkan bicivin û ji pirsa Kurd agahdar bikin.”

Derbarê cudahiya hereketa nû ji partî û saziyên heyî yên Kurdan de, Munîs dibêje, “Saziya me ne partiyeke sîyasî ye. Em dixwazin saziyekê çê bikin, navendekê çê bikin. Li wê navendê pirsgirêkên Kurdan tespît bikin û li gor wê stratejiyekî danin û çareser bikin.”

Herwiha Yehya Munîs li ser daxwazên saziya nû jî got, “Em dixwazin Kurd wek Tirkan bin, çi mafên Tirkan hebin ew mafên Kurdan hebin. Ev dê bi qonax qonax be. Em dixwazin perwerdehiya bi Kurdî hebe, zimanê Kurdî bibe fermî.”

Munîs tekez jî dike daxwazên wan bi mafên çand û kulturî sînoardar namînin û “em dixwazin Kurd xwe birêve bibin. Her miletekê kevneşopiyên xwe hene. Em bi ti partiyan ve ne girêdayîne. Em bi netewa Kurd ve girêdayîne.”