Îtîlafa Opozisyona Sûriyê li gel bikujê Hevrîn Xelef civiya
Hewlêr (Rûdaw) – Îtîlafa Opozisyona Sûriyê li gel bikujê Hevrîn Xelef civiya û 23 rêxistinên mafên mirov jî civîna şermezar kirin û bang li civaka navdewletî kirin.
Hatim Ebû Şeqra, bikujê siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef li gel serkirdayetiya Îtîlafa Sûriyê civiya û ev jî bû sedema nerazîbûna rêxistin û saziyên yasayî û ji civaka navdewletî hat xwestin Îtîlaf were muhasebekirin.
Di daxuyaniyeke hevbeş de, 23 rêxistin û saziyên yasayî û civaka sivîl civîna şandeke Îtîlafa Opozisyona Sûriyê ligel Ehmed Hesan Feyaz el-Hayis, ku weke Hatim Ebû Şeqra tê naskirin şermezar kirin.
Di wê daxuyaniyê de wan sazî û rêxistinan aşkere kirin ku Hatim Ebû Şeqra, li gor raportên rêxistinên navdewletî sûcdarê şere û bi xwe serpereştiyariya îdamakirina meydanî ya siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef, Hevseroka partiya Sûriyeya Pêşerojê, kiriye.
Şanda ku li gel bikujê Hevrîn Xelef civiya bû, ji Serokê Îtîlafê Nesir Herîrî, Sekreter Ebdulbasit Ebdulletîf, Sekreterê Desteya Siyasî Riyad el-Hesen û endamê Desteya Siyasî Ebdullah Gedo û Ehmed Şihadê kordînatorê Êtîlafê li Helebê pêk hatibû.
Her 23ê rêxistinan daxwaz li civaka navdewletî kirin ku Îtîlaf û Tirkiyê wekî berpirsiyarên hevbeş di ber encamdana tawanên şer de li navçeyên Kurdî bên muhasebekirin.
Seroka Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef roja 12.10.2019an li ser rêya di navbera Til Temir û Eyn Îsayê de di otomobîla xwe de rastî êrişeke grûpên çekdar hat û canê xwe ji dest da.
Hevrîn Xelef, xelka herêma Dêrikê bû û endezyar bû. Di adara sala 2018an de, Partiya Sûriyeya Pêşeroj hatibû damezirandin û Hevrîn Xelef weke Sekretera Giştî ya wê partiyê hatibû hilbijartin.
Berpirsê Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyê Demokratîk (HSD) Mistefa Balî berî niha li ser hesaba xwe ya Twîtterê wêneyê yek ji wan çekdaran belav kir û ragihand, “Hatim Ebû Şeqra, bikujê 9 kesên sivîl li ser rêya M4 ku yek ji wan kesan jî Hevrîn Xelef e.”
Mistefa Balî herwiha aşkere kiribû ku ew çekdar pêştir cîhadîstekî di nav El Qaîdê de bû û niha li gel grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê kar dike ku ji aliyê Tirkiyê ve tên piştevanîkirin û navê ‘Artêşa Niştimaniya Sûriyê’ li xwe kirine. Balî herwiha diyar kiribû, “Tirkiye dibêje ez dê bi van grûpan aramî û seqamgiriyê bînim.”