Li ser rêya Kerkûk-Tikrîtê qezayeke giran: 4 kes mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser rêya Kerkûk û Tikrîtê di qezayeke trafîkê de 4 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Birêvebiriya Trafîka Kerkûkê Amir Nerîman diyar kir ku yek ji otomobîlan a hikûmeta Îraqê bûye.

Amir Nerîman ji Tora Medyayî ya Rûdawê re eşkere kir ku li ser rêya navbera Kerkûk û Tikrîtê qezayeke giran çêbû.

Li gorî gotina Amir Nerîman du otomobîl rû bi rû li hev qelibîne.

Yek ji wan otomobîlan a hikûmeta Îraqê û ya din jî ya xelkê sivîl bûye. Nerîman sedema qezayê bi "leza zêde" ya şofêran ve girêda.

Berdevkê Birêvebiriya Trafîka Kerkûkê eşkere kir ku 4 kes mirine ku du kes ji wan jin in û du kes jê jî zarok in.

Li aliyê din, hat zanîn ku zarokeke jê 8 û yek jê jî 10 salî ye.

Her wiha hat zanîn ku 3 kes jî birîndar bûne.

Li gorî gotina Amir Nerîman rewşa tenduristiyê ya birîndaran giran e û ew veguhastine nexweşxaneyê.