Mêrdîn (Rûdaw) - Li navçeya Qosera Mêrdînê bûyereke dilsoj qewimî; hevjînek û keça wan a 5 salî li mala xwe mirî hatin dîtin.
Ji ber ku li malê ti çek nehatine dîtin, gumanên li ser cinayetê xurt in.
Bûyer li Avahiya Hecî Şêxmûs Can a li navçeya Qoserê çêbû.
Danê sibeha îro cenazeyên Mehmet Kaya, hevjîna wî Berna û keça wan a 5 salî Samyelî ji qata duyem a avahiyê hatin derxistin.
Li gorî agahiyan, her sê endamên malbatê li odeya xwe ya razanê bûn û gule li serê wan ketibûn.
Hêzên ewlehiyê di lêkolîna li malê de rastî ti demançe û çekan nehatin, lewma hemû şik û guman li ser wê yekê ne ku ew hatine kuştin.
Hêzên ewlehiyê yên Mêrdînê derbarê bûyerê de lêpirsîneke berfireh daye destpêkirin.
"Derî şikandin û ketin hundir"
Pismamê Mehmet Kaya, Engîn Kaya behsa çawaniya dîtina cenazeyan kir û got:
"Dêya Bernayê telefonî keça xwe kiriye lê negihiştiye wê. Ji ber vê yekê telefonî cîranan kiriye. Cîran çûne wan li derî xistiye lê bersiv nehatiye.
Paşê ew û muxtar çûne derî şikandine û ketine hundir. Dema nihêrîne dîtine ku termê her sêyan li erdê ye."
Cîrana malbatê Bîrsen Beyduzê jî diyar kir ku polîs û muxtar hatine cihê bûyerê û got, "Heta saet 04:00an xebatan dewam kir û piştî wê saetê cenaze derxistin."
“Dijminatiya wan bi kesî re tunebû”
Li gorî gotina cîranan, Mehmet Kaya û hevjîna wî kesên rûken bûn û dijminatiya wan bi kesî re tunebû.
Cîranê malbatê Hacî Yildirim got, "Dijminên wî tunebûn. Dijminên mirovekî ku bixebite dê çima hebin? Ciwan bû, karê jenerator û makîneyan dikir."
Cîranên din ên bi navên Hacî Salih, Hayrettîn Abak û Hecî Hesen jî bûyer wekî "wehşet û komkujî" pênase kir û diyar kir ku wan tiştekî wiha li wê derê nedîtiye.
Cenazeyê Mehmet Kaya li gundê Qewsana Ewînayê û cenazeyên Berna û Samyeliyê jî li Wanê hatin veşartin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse