Li Dêrezorê 3 caran êrişî HSDyê hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Dêrezorê doh 3 caran êrişî şervan û xalên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hat kirin.

Çavkaniyeke leşkerî ya HSDyê ji North Pressê re ragihandiye ku çekdaran li bajarokê Xeranîcê yê li rojhilatê Dêrezorê bi çekên giran û roketan êrişî baregeheke HSDyê kiriye.

Hat diyarkirin ku êriş ji aliyê rojavayê Çemê Feratê ve hatiye kirin ku ew der di bin kontrola hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de ye.

Di encama êrişê de ziyanên madî çêbûne.

Ev di nava 24 demjimêran de êrişa duyem e ku li heman cihî tê kirin.

Şervanek birîndar bû

Di bûyereke cuda de, çekdarên nenas li gundê Cedîd Ekîdatê êrişî otomobîleke HSDyê kir û di encamê de şervanek birîndar bû.

Di êrişa sêyem de jî du çekdarên nenas bi çekên otomatîk gule li otomobîleke HSDyê reşandin ku ber bi zeviya Petrolê ya Cefrayê ve diçû.

Hat ragihandin ku di vê êrişê de ti ziyanên canî çênebûne.