Li Dadgeha Rihayê teqîn: Kesek birîndar bû

Hewlêr (Rûdaw) - Li Depoya Emanetên Edlî ya Dadgeha Rihayê teqînek çêbû û di encamê de karmendek birîndar bû.

Li Depoya Emanetên Edlî ya avahiya dadgehê ya li navçeya Xelîliyeyê ya navendî ji ber sedemeke nediyar teqînek çêbû.

Piştî teqînê şewat derket. Tîmên agirkujiyê, polîs û tîmên pispor çûn cihê bûyerê û li derdorê tedbîrên ewlehiyê hatin girtin.

Parêzgarê Rihayê Hasan Şildak diyar kir ku ew bûyer a li dadgehê ji hemû aliyan ve tê lêkolînkirin.

Şildak diyar kir ku ew rûdanan ji nêzîk ve dişopînin û got:

“Teqîn û şewata biçûk a li Depoya Emanetên Edlî hatin kontrolkirin.

Di bûyerê de kesek birîndar bû. Niha rewş di bin kontrolê de ye.

Xebatên me yên sarkirinê didomin."

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç jî di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku di teqînê de katibê zabitan Mehmet Tolga Habîboglu birîndar bûye.

Tunç li Komîsyona Plan û Budceyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê di dema nîqaşên budceya 2026an a wezareta xwe de axivî û li ser teqîna li dadgehê ev agahî dan:

"Li buroya emanetên edlî ya Dadgeha Rihayê derdora saet 15:00an teqînek çêbû ku hîn sedema wê nehatiye diyarkirin.

Piştî vê teqînê katibê me yê zabitan Mehmet Tolga Habîboglu birîndar bû.

Niha hişê wî li serê ye, ji lingê xwe birîndar bûye.

Em hêviya şîfayê ji karmendê xwe re dixwazin.

Bila derbasî be ji bo hemû karmendên ku li Dadgeha Rihayê dixebitin."