Hewlêr (Rûdaw)- Ji şeva derbasbûyî ve li tevahiya parêzgehên Başûrê Kurdistanê Cejna Krîsmis tê pîrozkirin.
Li bajarokê Enkawa yê Hewlêrê ku weke Vatîkana Rojhilat tê dîtin, bi amadebûna hejmareke berçav ji xelkê deverê, cejna jidayikbûna hezretê Mesîh bi merasimekê hat pîrozkirin.
Herwiha li Zaxo jî xrîstiyanan çend çalakiyên taybet bo vê rojê lidar xistin.
Li bajarê Silêmaniyê jî di dema birêveçûna merasimên pîrozkirina vê rojê de, welatiyên xrîstiyan nimêjeke taybet kirin û tê de hêviya serkeftin û parastinê bo Hêzên Pêşmerge xwestin ji ber ku wek wan got, bi saya Pêşmerge ew dikarin cejn û merasimên xwe lidar bixin.
Çend welatiyên xrîstiyan ên ku taybet bo Rûdaw axivîn, xuya kirin ku, bandora şerê li dijî DAIŞ li ser birêveçûna cejna îsal hebû, ku hejmareke berbiçav ji welatiyên Kirîstiyan li çend deverên Iraqê koçber bûne û ji warên xwe dûr ketine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse