Mîdyad a Kurdistanê mînakek bo Rojhilata Navîn

Mêrdîn (Rûdaw) – Li bajarê Mîdyadê yê Bakurê Kurdistanê, çend netew û olên cuda bi hev re di nava aştiyê de dijîn. Eger Rojhilata Navîn bikaribe pêkvejiyana bajarê Mîdyad a parêzgeha Mêrdînê ji xwe re weke mînak bigire, kêşeyên wê yên bingehîn ên têkildarê cûdahiyên dînî û nijadî dê çareser bibin.

 

Li Mîdyadê di pîrozbahiyên Cejna Krîsmisê ya li Dêra Mort Şîmûşî de bawermendên olên din dost û hevalên xwe yên Mesihî bi tenê nehêştin. Çanda pêkvejiyanê li Mîdyadê ewqas bi pêş ketiye ku her kes hem Kurd, hem Siryanî, hem Mihelmî ye û her kes hem êzdî, hem mesihî û hem jî musilman e.

 

Mîdyad, bajarê pêkve jiyanê ye. Bajarê ku bûye mala Kurd, Siryan û Mihelmiyan. Bajarê ku ji Mesîhî, Êzdî û Musilmanan re mêvandariyê dike. Li vî bajarî dengê naqosê û banga mizgeftê û qewlên Êzdiyan bi hev re jê bilind dibe.

 

Di cejna sersala nû ya zayînî yan jî Cejna Krîsmisê de jî pêkvejiyana rûniştvanên Mîdyayê dikeve ber çavan. Ne tenê mesîhî bawermendên olên din jî di rêwresmên cejnê de amade dibin.

 

Serokê Weqfa Manastira Mor Gabriyelê, bingeha pêkvejiyanê berî her tiştî bi nasîna hevdû ve girê dide.

 

Serokê Weqfa Manastira Mor Gabriyelê Quryakos Ergun ji Rûdawê re diaxive û dibêje: “Mesîhî, Êzidî, Musilman mirovên ku dema hevdû nas bikin ji hev natirsin. Dema ku hevdû nas nekin çend bêjin ku wiha ye yan jî wiha ye jî dikare ji hev xerîb û biyanî bimînin. Dema ku em ji hev hez nekin, ew Xwedayê ku me bi çavê xwe nedîtiye em çawa jê hez bikin. Pêwîst e destpêkê em ji hevdû hez bikin, hingê em ê Xwedê jî hez bikin.”

 

Di 3 rojên Cejna Krîsmisê ya Mesihiyên Ortodoks ên Siryanî de, musilman û êzdî tên li dêrê pîrozbahiya cejnê li dost û hevalên xwe dikin. Siryanî, Kurd, Mihelmî li vî bajarî her kes xwe weke hev dibînin û her kes bi her netew û ol û mezhebekê, xwe mesîhî, êzdî yan jî musilman dibîne.

 

Mihelmiyê Musilman Kemal Şahîn derbarê çawaniya pîrozbahiyên Cejna Krsîmesê li Mîdyayê de ji Rûdawê re wiha axivî:

         

“Em tên cejna wan, Siryaniyên me ne. Ferq û cudahiya me û wan tune. Di her cejnê de em tên pîrozbahiyê li wan dikin. Ew jî tên em jî diçin hev û tên. Em wekî xwişk û birayên hevdû ne. Ferq û cûdahiya me tune ye. Ne tenê niha ji berê ve ji bav û kalan ve em dostên hev in. Em ê dostaniyê berdewam bikin.”

 

Kurdê Musilman Ahmed Sûal jî wisa behsa têkiliyên navbera pêkhateyên Mîdyayê di cejna serê sala nû ya zayînî de dike: “Siryaniyên me ne. Cejna me be cejna wan be, ferq û cudahî tune. Em diçin cejna hevdû, em diçin serxweşiya hevdû. Welatê me ye. Axa me hemûyan e. Em yek in.”

 

Li Rojhilata Navîn ji ber nebûna çanda pêkvejiyanê cudahiyên mezhebî û nijadî rê li ber kuştin û komkujiyan vedike. Mîdyad a Kurdistanê bi dîrok û roja xwe, îro dikare ji vê giriftê re bibe mînak û derman.