Li Rojavayê Kurdistanê 'mektûm' ji hemû mafan bêpar in

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê hejmareke zêde ya Kurdan bê nasnameya Sûriyê ne wate ji wan re tê gotin “mektûm” û ew ji gelek mafan bêpar in.

Ew kesên mektûm ti nav û tomarên wan li cem hikûmetê nîn in, hejmara wan jî berî sala 2011 nêzîkî 70 hezar kes lê piştî destpêkirina kirîza Sûriyê û weke hewleke razîkirina Kurdan, hikûmeta Sûriyê biryar da ku nasnameya Sûriyê bide kesên biyanî yan jî ewê ku ji wan re tê gotin Ecnebî.

Piştî mersûmeke Serokê Sûriyê hejmareke zêde ya biyaniyan Rewşa xwe sererast kirin û bûne hemwelatiyê Sûriyê lê pirsgirêka kesên mektûm bi temamî nehat çareserkirin.

Welat Omer, Mektûm, dibêje, “Zêdetirî 60-70 sal e em mektûm in û heta niha jî hikûmeta Sûriyê bo me tiştek nekiriye. Zarokên me ji dibistanê mane, mal û milkê me li ser navê me nayê nivîsandin, hemû li ser navê xerîban tên nivîsandin û hinek jî zehmetiya bo me derdixin û malê me box we dibin. Em gelek zehmetiyan dikişînin.”

Ev kesên mektûm ji ber nebûna nave wan di tomarên fermi yê hikûmeta Sûriyê de, rûbirûyî gelek pirsgirêkan dibin. Ew nikarin bixwînin û ne jî mulkên xwe bi nave xwe bikin. Kesê mektûm deftera malbatê jê re dernakeve û heya hevjîn û zarokên wan nayên ser navên wan.

Welat Omer diyar dike, “Em daxwaz dikin dengê me bigihije kesên xwedî berpirsyarî, xwedî wijdan ku li van kesên mektûm jî binêrin û wan jî bi nasname bikin. Em çûn nifûsê jî tiştek ji me re nedan xuya kirin.”

Li gor serjimêriyeke sala 1962ê taybet bi parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ku têde xelk li ser sê coreyan hatin dabeşkirina, hemwelatî, Ecnebî yan jî Biyanî û Mektûm. Kesên Mektûm ji hemû mafên xwe bêpar in.

Bedîa Ferha, Mektûm, radigihîne, “Dîplomeya keçika min nedanê. Keçika min ji qehra çû dewletan, ev 9 sal in min ew nedîtiye.”

Li gor parlemanterê berê yê Sûriyê Omer Osê heya niha 5 hezar kes mektûm mane lê tê texmînkirin amar ji wê yekê bi gelekî zêdetir be.