Abdullah Zeydan bû bernamzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê
Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê berê yê HDPyê Abdullah Zeydan bû bernamzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê.
Abdullah Zeydan ragihand ku wî ji Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ji bo berbijêriya Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê serlêdan kiriye.
Parlamenterê serdemên 25 û 26emîn yê HDPyê Abdullah Zeydan îro ji DEM Partiyê ji bo berbijêriya Hevserokayetiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê serlêdan kir.
Zeydan serlêdana xwe ya bernamzediyî bi peyameke Kurdî û Tirkî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand û got:
"Doza me yek e, armanca me yek e. Şaredarî dê dîsa bibin şaredariyen gel. Serkeftin ji bo me hemûyan.”
Abdullah Zeydan wiha pê de çû, “Min ji bo Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê serlêdana xwe kir.
Ez serkeftinê bo hemû hevalên xwe yên bernamzed dixwazim ku her yek ji yekê bi nirxtir e û em bi wan re ji bo wergirtina îradeya zeftkirî ya gelê me ji qeyûman, xizmetkirina miletê me û xwedîderketina partiya me bi hev re derketine rê.”
Abdullah Zeydan di operasyonên sala 2016an ên li dijî hevserok û parlamenterên HDPyê de hatibû girtin û bi 8 sal û mehek û 15 roj cezayê girtîgehê hatibû cezakirin.
Zeydan ku li girtîgeha Edîrneyê li gel Hevserokê Berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş dima, di Kanûna Paşîna 2022yan hatibû berdan.