Mezlûm Ebdî: Em bi Şamê re gihîştin têgihiştineke hevbeş

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand ku wan bi Şamê re li ser yekkirina hêzên leşkerî li hev kiriye û diyar kir ku karmendên Rêveberiya Xweser dê bibin karmendên fermî yên dewletê.

Li gorî medyaya Rojavayê Kurdistanê, Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî, derbarê dan û standinên bi hikûmeta Sûriyeyê re li konferansekê axivî.

Mezlûm Ebdî eşkere kir ku di navbera wan û Şamê de têkildarî yekkirina hêzên leşkerî pêşketin hene û got:

"Em bi Şamê re gihîştin têgihiştineke hevbeş ji bo yekkirina hêzên leşkerî bi awayekî ku di berjewendiya giştî de be."

Deriyên sînorî û çavkaniyên xwezayî

Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku wan li ser deriyên sînorî û çavkaniyên xwezayî jî gotûbêj kirine.

Li gorî daxuyaniya Ebdî, di avakirina nêrîneke hevbeş a bi Şamê re ya derbarê deriyên sînorî û saman û çavkaniyên xwezayî de pêşketineke berçav heye.

"Divê çareserî nenavendî be"

Fermandarê Giştî yê HSDyê li ser şêwaza birêvebirina welêt jî nêrîna xwe anî zimên û wiha axivî:

"Çareseriya dawî li Sûriyeyê divê 'nenavendî' be û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê navçeyên xwe di çarçoveya destûrê de bi rê ve bibin."

Karmend dê bibin karmendên dewletê

Mezlûm Ebdî derbarê paşeroja karmendên Rêveberiya Xweser de jî peyameke zelal da û diyar kir ku mafê hemû karmendan parastî ye.

Mezlûm Ebdî got, "Di paşerojê de karmendên Rêveberiya Xweser dê bibin karmendên fermî yên dewleta Sûriyeyê."

Her wiha Mezlûm Ebdî bal kişand ser wê yekê ku gihîştina çareseriyeke destûrî ya ku hemû Sûriyeyê li xwe bigire dem dixwaze lê li ser mijarên bingehîn têgihiştin heye.