Dahata petrola Îraqê ya meha borî: 6,5 milyar dolar bû
Hewlêr (Rûdaw) - Îraqê meha çiriya paşîn 106,5 milyon bermîl petrol firotiye ku 7,5 milyon bermîl jê petrola Herêma Kurdistanê bû û dahata giştî ya petrolê gihişt 6,5 milyar dolarî.
Wezareta Petrolê ya Îraqê îro di daxuyaniyekê de hejmara hinartina petrola Îraq û Herêma Kurdistanê ya Çiriya Paşîn a 2025an belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, Îraqê wê mehê 106 milyon û 593 hezar û 352 bermîl petrol hinart.
Ji vê hejmarê 7 milyon û 583 hezar û 733 bermîl petrola Herêma Kurdistanê bû.
Ev petrol bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê hat hinartin.
Hinartina petrola Herêma Kurdistanê ya bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê piştî ku dawiya Adara 2023yan hatibû rawestandin, 27ê Îlona 2025an ducare dest pê kiribû.
Wezareta Petrolê ya Îraqê diyar kir ku hejmara petrola hinartî ya bi rêya Bendera Besrayê 98 milyon û 709 hezar û 759 bermîl bûye, her wiha hejmara petrola hinartî ya ji bo Urdinê jî 299 hezar û 824 bermîl bûye.
Li gorî amaran, meha çiriya paşîn rojane 3,5 milyon bermîl petrola Îraq û Herêma Kurdistanê hatiye hinartin.
Wezaretê dahata petrola hinartî ya wê mehê wekî 6 milyar û 595 milyon û 391 hezar dolar diyar kir.