Wezareta Ragihandinê ya Sûriyeyê: Me bi HSDyê re li hev nekiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Ragihandinê ya Sûriyeyê îdiayên ku dibêjin di navbera wan û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de lihevkirin çêbûye derewand.

Alîkarê Wezîrê Ragihandinê yê Sûriyeyê Ubede Kojan li ser hesabê xwe yê Facebookê daxuyaniyek belav kir.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand ku wan bi Şamê re li ser yekkirina hêzên leşkerî li hev kiriye û diyar kir ku karmendên Rêveberiya Xweser dê bibin karmendên fermî yên dewletê.

Ubede Kojan nûçeya kanala televizyonê ya "Syria"yê ya navenda wê Qetere red kir ku wê televîzyonê jî gotibû di navbera HSD û hikûmeta Şamê de lihevkirin hatiye kirin.

"Pêwendî rawestiyane"

Kojan diyar kir, "(Bi HSDyê re) niha pêwendî rawestiyane. Hejmarên tên parvekirin bêtir daxwaz û hêvî ne."

Alîkarê Wezîrê Ragihandinê yê Sûriyeyê her wiha got, "Divê saziyên medyayê dûrî belavkirina zanyariyên şaş û manîpulatîf bisekinin."

Li aliyê din, Şêwirmendê Medyayê yê Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer, Ehmed Muwaffeq Zeydan jî li ser Facebookê peyamek belav kir.

"Vebijêrkên HSDyê kêm bûne"

Zeydan di peyama xwe de got:

"Vebijêrkên HSDyê kêm bûne. HSD divê berpirsyariya wê yekê hilgire ku pabendî mutabaqata 10ê Adarê nebûye ku li pêşberî welatên bi bandor ên wekî Tirkiye û Amerîkayê hatibû îmzekirin."

Ehmed Muwaffeq Zeydan diyar kir ku ev pîrozbahî yekbûna navxweyî ya ji bo serdema nû û piştgiriya navneteweyî ya ji bo Sûriyeya nû nîşan didin.