Li Japonyayê erdhejeke bi hêza 5,6 pileyan rû da

Hewlêr (Rûdaw) - Li peravên bajarê Yokohamayê yê Japonyayê erdhejeke bi hêza 5,6 pileyan çêbû.

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) ragihand ku navenda erdhejê 99 kîlometreyan li rojhilatê Yokohamayê ye.

Hat diyarkirin ku kûrahiya erdhejê nêzîkî 62 kîlometreyan e.

Piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê nehat dayîn.

Her wiha hat ragihandin ku ji ber erdhejê ti xisarên canî û madî çênebûne.