Mezlûm Ebdî: Divê li Sûriyeyê sîstema navendî bi dawî bibe
Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî beşdarî civîna Desteya Şêwirmendiyê ya ji bo Piştgiriya Komîteya Muzakereyê bû.
Civîn li bajarê Tebqayê bi beşdariya rîspî, şêxên eşîran, zanayên olî û nûnerên civaka sivîl hat lidarxistin.
Ebdî bi rêya vîdeokonferansê beşdarî civînê bû û behsa pêşhatên siyasî û leşkerî yên li Sûriyeyê kir.
Ebdî di destpêkê de bal kişand ser rola girîng a rîspiyên civakî, olî û sivîl di bihêzkirina diyaloga civakî û parastina aştiya navxweyî de.
Fermandarê Giştî yê HSDyê diyar kir ku armanca sereke ya rêkeftina bi Şamê re çareserkirina pirsgirêkên Sûriyeyê bi rêya diyalogê û dûrî tundiyê ye, bi awayekî ku yekparçeyiya axa Sûriyeyê misoger bike.
Ebdî teqez kir ku HSD pabendî xalên rêkeftinê ye û got:
"Diyaloga bi Şamê re, çi rasterast çi nerasterast, tevî hin binpêkirinan ranewestiyaye û hewlên ji bo bipêşveçûnê berdewam dikin."
"Daxwaza sereke nenavendîbûn e"
Mezlûm Ebdî diyar kir ku dîtina HSDyê li ser bingeha pêwîstiya pejirandina sîstema nenavendî ye.
Ebdî di berdewamiyê jî de got, "Divê desthilat di navbera navend û parêzgehan de were parvekirin û dûrî sîstema navendî ya tund a ku di dehsalên borî de hebû were birêvebirin."
Dosyayên ewlehiyê û leşkerî
Ebdî ragihand ku di mehên borî de di diyaloga bi Şamê re pêşketin çêbûne û ew geşbîn e ku di paşeroja nêzîk de encamên baş bi dest bixin.
Fermandarê Giştî yê HSDyê diyar kir ku dosyayên ewlehî, leşkerî, deriyên sînorî û çavkaniyên binerd milkê gelê Sûriyeyê ne û divê bi awayekî dadmend werin parvekirin.
Mezlûm Ebdî eşkere kir ku xebat li ser formeke têgihîştina hevbeş ji bo yekkirina hêzên ewlehî û leşkerî tê kirin, bi awayekî ku aramiya herêmê misoger bike û têkoşîna li dijî terorê bidomîne.
Ebdî da zanîn ku dê di demên paş de civînên nû bi Şamê re werin kirin.
"Têkçûna dan û standinan dê zererê bide hemû Sûriyeyiyan"
Ebdî li ser pirsa îhtimala têkçûna dan û standinan bi Şamê re jî got:
"Ev senaryo ne mimkun e. Bidawûna diyalogê dê zererê bide hemû Sûriyeyiyan.
Hemû hewl têne dayîn da ku ev proje bi ser bikeve."
Ebdî her wiha derbarê bidawîhatina rêkeftinê de di dawiya salê de, zelal kir ku rêkeftina bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re ti demeke diyarkirî ji bo bidawîbûnê yan vegera şer diyar nekiriye.
Vegera koçberên Efrîn û Serê Kaniyê
Fermandarê Giştî yê HSDyê li ser vegera koçberên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spiyê jî got, "Di civîna yekem a li Şamê de bi Birêz Şer re lihevkirineke destpêkê çêbûbû lê hîn gelek astengî hene."
Ebdî teqez kir ku xwesteke mezin a gel ji bo vegerê heye lê divê garantiyên rastîn ji bo ewlehiya wan hebin.
Mezlûm Ebdî her wiha biryarên hinek saziyên hikûmeta veguhêz ên li dijî karmendên Rêveberiya Xweser rexne kirin û got:
"Ev pêngav zererê didin pêvajoya muzakereyan. Her biryareke îdarî yan dadwerî li dijî wan, binpêkirina Rêkeftina Adarê ye."