Romana nû ya Hîkmet Gulmez derket: Methiyeyek Bo Şeytan
Hewlêr (Rûdaw) - Romana nû ya nivîskar Hîkmet Gulmez a bi navê "Methiyeyek Bo Şeytan" derket û gihişt ber destê xwîneran.
"Methiyeyek Bo Şeytan", romaneke balkêş e ku di navbera felsefeya xerabiya mirovahiyê û çîroka sirê ya kuştinan de diherike. Roman ji aliyê Weşanxaneya Nûbiharê hatiye çapkirin.
Prologê romanê mirovatiyê rexne dike û dipirse, "Ma mirov ne belayê herî mezin ê gerdûnê ye?"
Çîrokeke li kolanên Stenbolê
Bûyerên romanê di nîvê şevê de li kolanên Stenbolê derbas dibin û dengê guleyan bi navê "MARDO" re olan dide.
Karaktera bi navê Derya mamosteyeke berê ye ku ji jiyanê qut bûye.
Ew baholeke piçûk digire û di nîvê şevê de direve.
Taylan jî şervanekî berê yê rêxistinê ye û dizane ku navê wî di lîsteya mirinê de ye.
Xayîntî û îstîxbarata qirêj
Di romanê de xwîna Îmam Feraset û Çinar Zatî jixwe hatiye rijandin û xwîn li çopên Stenbolê diherike.
Mijarên wekî evînên qedexekirî, xayîntiyên bi salan veşartî, îstîxbarata qirêj û deynên xwînê derdikevin pêş.
Hemû bûyer bi hev re derdikevin holê û dojeha mirovahiyê bi xwîna nû tê boyaxkirin.
Ev roman, qasî ku çîrokeke sirê ye ew qas jî pirsên felsefî yên li ser rastiyê û xerabiyê vedibêje.
Naveroka pirtûkê bi şêwazeke ku xwîner dikişîne nav dojeha mirovahiyê hatiye hûnandin û heta dawiya romanê kelecanekê pêşkêş dike.