SOMO: Rêkeftina petrolê heta Adara 2026an hat dirêjkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Kompanyaya SOMOyê diyar kir ku her sê aliyên rêkeftina hinartina petrola Herêma Kurdistanê biryar daye ku rêkeftina îmzekirî heta sê mehên din were nûkirin.

Birêvebirê Kompanyaya Bazirganiya Petrolê ya Îraqê (SOMO) Elî Nizar ji Rûdawê re axivî.

Elî Nizar ragihand ku Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompanyayên petrolê li ser dirêjkirina rêkeftina hinartina petrola Herêma Kurdistanê li hev kiriye.

Birêvebirê SOMOyê got, "Rêkeftin heta 31ê Adara 2026an tê dirêjkirin."

Bexda, Hewlêr û kompanyayên petrolê 22yê Îlonê ji bo hinartina petrola Herêma Kurdistanê rêkeftineke sêalî îmze kiribû.

Dema rêkeftinê heta dawiya vê salê bû.

Li gorî rêkeftina hinartina petrola Herêma Kurdistanê, ji bo lêçûna derxistin û veguhastina petrolê 16 dolar hatiye diyarkirin ku bidin kompanyayên petrolê.

Lê li şûna pereyan, petrola bi nirxê rojê didin wan heta ku kompanyayeke şêwirmendiyê mijarê diyar bike.

Hinartina petrola Herêma Kurdistanê ya bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê dawiya Adara 2023yan hatibû rawestandin.

Wê demê li gel petrola Kerkûkê rojane nêzîkî 400 hezar bermîl petrol dihat hinartin.