Li Amedê di kargeha penîr de teqîn çêbû: 6 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çêrmûgê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, di tesîseke hilberîna penîr de teqîn çêbû.
Di encama teqînê de 6 kes birîndar bûn ku rewşa 2 kesan giran e.
Bûyer li Taxa Bintaşê ya ya Çêrmûgê qewimî.
Di qazana kalorîferê ya tesîsa yekqatî ya ku penîr lê tê hilberîn de, ji ber sedemeke ku hîn nayê zanîn teqîn çêbû.
Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê, tenduristiyê û tîmên Lêgerîn û Rizgarkirinê yên Şaredariya Çêrmûgê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Di teqînê de 6 kes birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Çêrmûgê.
Hat ragihandin ku 2 kesên rewşa wan giran piştî midaxeleyan sewqî nexweşxaneyên navenda Amedê hatine kirin.
Dîwarên tesîsê hilweşiyan
Bi bandora teqîna bihêz dîwarên tesîsê hilweşiyan û zerereke mezin li avahiyê ket.
Tîm li cihê bûyerê lêkolînên xwe didomînin.
Qeymeqamê Çêrmûgê Adem Karataş jî çû cihê bûyerê û ji rayedaran agahî wergirtin.