Ocalan: Îslama demokratîk vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan got, “Îslama demokratîk, vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye.”

Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê li Amedê bi dirûşma “Ji Îslama demokratîk ber bi aştî û civaka demokratîk ve” kongreya xwe ya yekemîn a asayî li dar dixe.

Abdullah Ocalan ji bo kongreyê peyamek şand û tê de nêrînên xwe yên li ser Îslamê anîn zimên.

"Îslam ola azadî û edaletê ye"

Ocalan di peyama xwe de diyar kir ku Îslam di cewhera xwe de ola azadî, edalet û wekheviyê ye lê "Îslama dewleta fermî" ev cewher winda kiriye.

Peyama Ocalan wiha ye:

“Îslam, di cewhera xwe de ola azadî, edalet û wekheviyê ye. Îslama dewleta fermî yan jî avadaniyên cemaetan ku modernîteya kapîtalîst wekî amûra desthilat û talanê bi kar tîne, ev cewhera xwe winda kiriye.

Îslama demokratîk, vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye. Ew peyman, peymana pêkvejiyana baweriyên cuda, gel û çandan a bi îradeya xwe û bêyî zextan e."

"Cîhada rasteqîn têkoşîna li dijî nefsê ye"

Ocalan di berdewamiya peyama xwe de behsa têgehên cîhad û şûrayê jî kir:

"Divê were zanîn ku cîhada rasteqîn, têkoşîna bi rêya xwerexnekirineke domdar a li dijî nefs û zilmê ye. Feraseta şûrayê ya di Îslamê de jî tê wateya aqilekî kolektîf û biryardayîna demokratîk."

"Bila Îslam nebe amûra siyasî"

Ocalan xwest ku Îslam nebe amûra siyasî ya dewletê û got:

"Bêyî ku Îslamê bikin amûra siyasî ya dewletê û komên cuda, em bixin xizmeta jiyana azad a civakê ku xwe li ser vê bingehê birêxistin kiriye.

Îslama demokratîk, şaristaniyeke alternatîf e ku azadiya jinê, hevsengiya ekolojîk û xwişk û biratiya gelan esas digire.

Tenê ev şîroveya demokratîk dikare ji birînên Rojhilata Navîn re bibe derman."