AMED - Dayîkekê pitika xwe ya 3 mehî ji qata 4an avêt xwarê
Hewlêr (Rûdaw) - Li Ameda Bakurê Kurdistanê, dayikekê pitika xwe ya 3 mehî ji qata 4an avêt û bebikê canê xwe ji dest da.
Li Taxa Firatê ya Amedê jina bi navê N.E. ya ku di qata 4an a avahiyeke 7 qatî de dijî, pitika xwe ya 3 mehî ji pencereyê avêt xwarê.
Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê di kontrola destpêkê de tesbît kir ku pitikê li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.
Tîmên tenduristiyê termê pitikê ji bo otopsiyê rakir Saziya Bijîşkiya Dadî ya Amedê.
Hat îdiakirin ku pirsgirêkên derûnî yên dayika bi navê N.E. hene.
Dayik ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin û derbarê bûyerê dest bi lêpirsînê hat kirin.