Taxên Kurdan ên Helebê di bin dorpêçê de ne: Elektrîk qut e

Hewlêr (Rûdaw) - Aloziya li her du taxên Kurdan ên Helebê berdewam e û îro dronek li herêmê ket xwarê.

Berpirsê Pêwendiyan ê MSDyê yê li sînor dibêje, “Tax hatine dorpêçkirin û heta îro elektrîk nîne.”

Berpirsê Pêwendiyan ê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) yê li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê Mihemed Emîn Elîko îro ji Rûdawê re axivî:

Emîn Elîko got, “Îro nêzîkî demjimêr 04:00an droneke hikûmeta Sûriyeyê li taxa Şêx Meqsûd teqiya û ket xwarê ku droneke keşfê bû.”

"Tenê rê didin derketinê"

Li gorî gotina Elîko, 7 deriyên van taxan hene ku ji bo hatin û çûnê tên bikaranîn.

Mihemed Emîn Elîko diyar kir ku hêzên hikûmeta Sûriyeyê du derî bi temamî girtine û di pênc deriyên din re jî rê nadin kes derbasî hundir bibe, tenê rê didin ku xelk derkeve.

Berpirsê Pêwendiyan ê MSDyê yê li wan her du taxên Kurdan ên Helebê got:

“Rê nayê dayîn ku sotemenî û gelek pêdiviyên din bigihin Eşrefiye û Şêx Meqsûd.”

Li gorî zanyariyan, tenê rê didin ku xwarin û derman derbasî wan her du taxên Kurdan bibin.

Şer rawestiya lê dorpêç dewam dike

Duşemê 22yê vê mehê, şer di navbera Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) ên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên ser bi Rêveberiya Xweser û hêzên hikûmeta Şamê de derket.

Piştî nêzîkî pênc demjimêran şer û pevçûnan û canjidestdana jinekê û birîndarbûna 19 sivîlan, şer hatibû rawestandin.

Ew berpirsê pêwendiyan ê MSDyê yê li Helebê dibêje, “Niha ji aliyê şer ve rewş aram e lê dorpêç berdewam e.”

Mihemed Emîn Elîko da zanîn ku xizmetguzarî jî hatine rawestandin û got:

“Ji roja êrişê ve elektrîka Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê hatiye birîn û heta îro nehatiye.

Hêla înternetê heye lê ew jî bi temamî asayî nebûye.”

Ew her du taxên Kurdan ên Helebê, beriya rûxîna desthilata Beşar Esed ve ji aliyê Hêzên Ewlehiya Hundirîn ve tên birêvebirin.

Ew hêz ser girêdayî Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanî ne.