Îlham Ehmedê bangî şêniyên taxên Kurdan ên Helebê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Îlham Ehmedê derbarê aloziyên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê bangî hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê kir binpêkirinên ku ji aliyê komên çekdar ve li wan deran tên kirin rawestine.

Îlham Ehmedî her wiha ji şêniyên her du taxan xwest ku li malên xwe bimînin û ji hikûmeta nû ya Sûriyeyê jî xwest ku rê li ber binpêkirina komên çekdar bigire.

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê li ser rewşa taxên Kurdan ên Helebê ji ANHAyê re axivî.

“Çima taxên sivîlan dorpêç dikin?”

Îlham Ehmedê diyar kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) ji bo parastina xelkê li wan taxan in û got:

"Komên girêdayî hikûmeta veguhêz ambargo daniye ser her du taxan. Hêzên ewlehiya giştî yên girêdayî hikûmeta veguhêz dibêjin Wezareta Parastinê her du tax dorpêç kirine.

Gelo çima hêzên leşkerî taxên sivîlan dorpêç dikin û armancên wan ji vê yekê çi ne?”

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve bangî şêniyan kir ku ji taxên xwe dernekevin û tekez kir ku niyeta wan a êrişkirinê nîne û naxwazin alozî derkeve.

“Em bi israr in ku peyman bi cih were”

Îlham Ehmedê destnîşan kir ku dan û standinên wan li ser bingeha peymana 1ê Nîsanê berdewam dikin û got:

"Dan û standin bi sepandina ewlehiyê bi rêya pêkanîna bendên peymana 1ê Nîsanê ya derbarê Helebê de hatiye îmzekirin, dewam dikin. Em bi israr in ku peyman bi cih were."

Ehmed bang li hikûmeta veguhêz kir ku "xwe ragire" û binpêkirinên ku ji aliyê komên girêdayî wê ve tên kirin rawestîne.

Çi bûbû?

22yê Kanûnê komên çekdar ên girêdayî hikûmeta veguhêz êrişî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Kurdan kiribû.

Di encama êrişan de jinekê canê xwe ji dest dabû, 19 sivîl û 6 endamên Asayîşê jî birîndar bûbûn.

Her çiqas li ser agirbestê lihevkirin çêbûbe jî carinan dengê çekan ji wan taxan tê.