Mezlûm Ebdî Christmas li Xiristiyanan pîroz kir

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi boneya Cejna Jidayikbûna Îsa Mesîh (Christmas) peyamek belav kir û pîrozbahî li hemû Xiristiyanan kir.

Mezlûm Ebdî di peyama xwe de hêvî kir ku aştî li Sûriye û cîhanê serdest bibe.

"Em pîrozbahiyê li şervanên xwe dikin"

Fermandarê Giştî yê HSDyê di peyama xwe de wiha got:

"Em Cejna Jidayikbûna Mesîh li Xiristiyanên Sûriye û cîhanê û li şervanên xwe yên Xiristiyan ên ji hemû mezheban pîroz dikin û em hêvîdar in ku aştî li hemû cîhanê serdest bibe."

Mezlûm Ebdî bal kişand ser peyama Pêxember Îsa ya derbarê hezkirinê û got:

"Em di vê rojê de nirxên hezkirin û biratiyê bi bîr tînin ku Hezretî Îsa bang li wan dikir.

Hêvî û xebata me ew e ku ev nirx li Sûriyeyê serdest bibin û hemû pêkhate û di serî de jî birayên Xiristiyan bigihîjin wê aştiya ku heq dikin."