Berpirsê Şamê yê DAIŞê hat desteserkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Şamê di operasyoneke hevpar a birêvebiriya nû ya Sûriyeyê û Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya bi pêşengiya Amerîkayê de berpirsekî payebilind ê DAIŞê hat girtin.
Piştî rûxîna desthilata Beşar Esed, mîmariya ewlehiyê ya li Sûriyeyê ji nû ve şekil digire û operasyonên li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞê didomin.
Berpirsê ewlehiyê yê payebilind ê Sûriyeyê Ehmed Delatî ragihand ku serkirdeyê DAIŞê yê ku berpirsê Şam û derdora wê bûye, hatiye girtin.
Bi hevahengiya Koalîsyonê hat kirin
Ehmed Delatî ji ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) re axivî û diyar kir ku operasyon bi hevahengiya Birêvebiriya Giştî ya Îstixbaratê û Hêzên Koalîsyona Navneteweyî hatiye birêvebirin.
Hat diyarkirin ku Taha Zuobiyê bi nasnavê "Ebû Omer Tebiye" tê naskirin, kar û barên rêxistinê yên li Şam û derdora wê bi rê ve dibirin.
Gelek çek û cebilxane hatin dîtin
Di çarçoveya operasyonê de ligel Zuobî gelek endamên din ên rêxistinê jî hatin desteserkirin.
Her wiha di stargeha ku rêxistinê bi kar dianî de, gelek çek, cebilxane û kel û pelên lojîstîk hatin dîtin.