Rewşa zarokan li nav kampên penaberan

Hewlêr (Rûdaw) - Li nav kampên koçberan zarokên ji nexweşiyên giran dinalin û hawarê dikin hene û malbata wan tevî kul û derdên koçberiyê, derdê zarokên xwe yên nexweş jî dikişînin.

Semiyan yek ji wan zarokên koçber e ku temenê wî 8 meh in, lê kêşa wî bi tenê 3 kîlo ye. Zarokên di temenê Semiyan de ne laşê wan ji ya semiyan girtire.

Dibe ku qurm û çuqliyên kevnar hewqas minet bi bahoza baranê nebe, lê belê pel û bişkojên nazik ewin yên zirara mezin ji çav soriya xurustê dibînin. Ewin yên êş û azaran werdigirin, zer dibin, zirav dibin û ji ber dijwariya rewşê bi aliyekî dibin û car caran têk jî diçin.