Du roj bûn Îranê deriyê sînorî yê Başmaxê girtibû

Silêmanî (Rûdaw) – Deriyê sînorî yê Başmaxê navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ku du roj bûn ji ber arîşeyên îdarî hatibûn girtin, dîsa hat vekirin.

Rêveberê deriyê sînorî yê Başmaxê yê aliyê Başûr, Rostem Kokiyî ji Rûdawê re got, du roj bûn deriyê Başmaxê ji ber arîşeyeke îdarî ya navbera Herêma Kurdistanê û Îranê hatibû girtin.

Rostem Kokoyî diyar kir, Îranê nehdihîşt di van du rojan de ti otomobîl û amûrek ji Başûr derbasî Rojhilat bibe lê ev arîşe ji aliyê Parêzarê Silêmaniyê ve hat çareserkirin û îro danê sibê derî cardin vebû.

Li gorî rêveberê deriyê Başmaxê, ew du rojên ku derî girtî bû bandora xwe li rewşa aborî û bazirganiyê kir.

Deriyê sînorî yê Başmaxê, ku nêzîkî nahiyeya Pêncwênê ya Başûrê Kurdistanê ye, deriyeke navdewletî di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de ye.