Barzanî: Em dê di parastina jîngehê de beşdar bin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzani ragihand, Kurdisan dixwaze ligel welatên cîhanê di parastina jîngehê de beşdar be.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvînekê de ji kovara Brand Kurdistanê re behsa maf û rola jinê, bernameya Herêma Kurdistanê ya bo jingehê, çavkaniyên aborî û çande pêkve jiyan kir.
Nêçîrvan Barzani diyarkir ku giringîdan bi mafê jinan yek ji karên divê em berdewam bin li ser siyaseta wekheviya regezî .
Barzanî da zanîn ku hebûna ol û mezhebên cûda li Herêma Kurdistanê yek ji xalên bihêz yên Herêma Kurdistanê ye û çandeke dewlemend bo hevdu qebûlkirinê heye
Bi gotina Barzanî Herêma Kurdistanê bûye wargeheke aram ji bo penaberên welatên din û li Kurdistanê penaberên Îran, Tirkiya , Sûriye û Iraqê hene.
Nêçîrvan Barzani tekezî li ser hevkarîkirina projeyên bazirganiyê yên biçûk û handana ciwanan kiriye, gotiye, divê Kurdistan bi rêya kêmkirina bacê û pêdana Alîkariyan berbestên li pêşiya projeyên biçûk çareser bike.
Barzanî got: “Axa ku em li serê dijîn, çemên çavkaniyên ku em jê av vedixwin û hewaya ku em hilm dikin ne tenê ji bo jiyana me di heman demê de nasnama me ye.” Herwiha Barzanî diyar kir ku li Kurdistanê hema hema her malbatek ji bo vê axê qurbanî dane.”
Li aliyê din Barzanî got “Çiyayên me bûn stargeha me. Tiştê ku me cuda dike mîrata çanda me ya dewlemend ku bingeha nasnameya me xaka me ye.”
Barzanî ragihand ku li dijî gelê Kurd qirkirinên mezîn pek hatine û ji bo ji komkujiyê xelas bibe têkoşîn dane û got: “Bi çekên kîmyewî êrişî kirine, bêdaristankirina sîstematîk û mecbûrî koça bi zorê hatine.
Serokê Herêma Kurdistanê da zanîn ku Kurd di warê ekosîstemê de bihest in û herêma Barzan wek mînak nîşan da ku li wê derê darên mêwa nayên birin, ajalên kovî tên parastin, dema hingiv berhev dikin ji bo zirar negihîje mêşhingivan baldar in, marên bê jerî nakijin û bi teqemeniyan masiyan nagrin.
Herwiha Barzanî anî ziman ku di civaka Kurdistanê de jin roleke giring leyîztine, Adîle Xatûn a Helebçeyî, ji Mîrîtiya Şêxanê Meyan Xatûn, pêşmergeya krîstiyan Margaret George Şello û Leyla Kasim aktivîsta ku ji aliyê rejîma baasê ve hatiye darve kirin dertên pêş.
Barzanî bal kişand ser vê yekê ku îro di nav hikûmeta Kurdistanê de jin di asteke bihêz de ne, ji sisêya yek parlementoya Kurdistanê ji jinan pêk tê heta seroka parlemntoyê ya niha jî jin e.