Li Amerîkayê şanoyeke têkildarî Kurd û Kurdistanê eyalet bi eyalet tê nîşandan

26-01-2024
Sinan Tunçdemir
Li Amerîkayê şanoyeke têkildarî Kurd û Kurdistanê eyalet bi eyalet tê nîşandan
Li Amerîkayê şanoyeke têkildarî Kurd û Kurdistanê eyalet bi eyalet tê nîşandan
Nîşan Şano Amerîka Kurd Bêrîvan Alothman Audrey Rose Dégez Daria Holovchanska
A+ A-

New York (Rûdaw) - Du şanogerên Amerîkî, şanoyek taybet derbarê çanda Kurdan li Amerîka eyalet bi eyalet pêşkêş dikin.

Şano him behsa çîroka mîtolojîk a herî kevn a cîhanê a Gilgamêş û him jî behsa komkujiya Helebceyê dike.

Herwiha navê şanoyê jî ji helbesteke Kajal Ahmad tê, ‘I will dance with those oak trees as long as takes us’ ango “Ez dê bi van darên berûyan re dans bikim heta ku bêjin bes e.”

Rêvebira şanoyê ya bieslê xwe Kurd Bêrîvan Alothmanê diyar kir ku ew şano li ser miletê Kurd û Kurdistanê ye.

Bêrîvan Alothmanê herwiha anî ziman ku gelek xelk li ser Kurdistanê zêde tiştan nizanin û ecêb mayî dimînin, gelekî wan piştî temaşekirina şanoyê ji wan re dibêjin wan nedizanî ka çi hatiye serê Kurdan.

“Divê em bidin zanîn ku Kurd kî ne Kurdistan li kû derê ye”

Rêvebira Orgnîzasyona Şanoyê Bêrîvan Alothmanê ji Rûdawê re got:

“Armanca me ya sereke ev e ku em dewletên rojava û Amerîkayê derbarê çi hatine serê me Kurdan agahdar bikin.

Kurd kî ne Kurdistan li kû derê ye. Em bersiva van pirsan dizanin û em xwe nas dikin û em dizanin çi hatiye serê me.

Lê divê em wan agahdar bikin. Herî ewil em hez dikin li Amerîka mezintir bibin û piştra jî herin Ewropa û şanoya xwe pêşkêş bikin. Lê divê zêdetir piştgirî were dayîn ku em herin Ewropa û cihên din pêşkêşî bikin.”

Di şanoyê de her du lîstîkvan jî navên xwe ji navên ku di çîroka epîk Gilgamêşê de derbas dibin hildane ango Enkîdu û Nînsûn.

Di şanoyê de behsa qetlîamên hatine serê Kurdan dikin

Her du karekter jî bi awayî helbestî behsa tûndî û qetlîamên ku hatine serê Kurdan dikin.

Di şanoyê de gelek nîşan hene û her nîşan behsa qetlîamên herêmên kurdan yên cuda dikin. Yek ji wan şanogeran ku bi esle xwe ve Amerîkî û Fransî ye wiha behsa fikrê şanoyê ji ku hatîye dike.

“Pereyê me nebû”

Şanoger Audrey Rose Dégez jî got:

“Dema ku min di beşa şanoyê de dixwend hevaleka min a Kurd hebû, ew  ji Bakurê Kurdistanê bû.

Wê hevala min dema ku em dersê de bûn ji me hemûyan re behsa erdheja sala par kir.

Perê min tune bû ku ez alîkarî bikim lê min wisa fikirî ku em dikarin şanoyek pêşkêş bikin û çanda Kurdan zêdetir hîn bibin.

Bi vê awayî me dikarî çanda Kurdan bianiya li şanoyê û me dê gelek kes derbarê Kurdan agahdar bikira.

 Dema ku min bi Kurdan re têkilî danî ez agahdar bûm ku çîroka Gilgamêş ya epîk heye. Paşê me zêdetir bi taybetî jî jinên Kurdan re têkilî danî û me şanoya xwe amade kir.”

Şanogera duyem Daria Holovchanska jî Amerîkî û Ukraynî ye.

Daria Holovchanska da zanîn ku di şanoya wan de bûyerên ku hatine serê Kurdan tên vegotin û di heman demê de jî balê dikşîne li ser pirsgirêkên heman ên cîhanî.

“Komkujî dişibin hev”

Şanoger Daria Holovchanskayê jî got:

“Kesekî carekê ji min pirsî gelo tu çima şanoyekê ku derbarê komkujîya Kurdan cih digirî di demekê de ku li Ukraynayê qetlîam dibe.

Min jî got ku ez tiştek ku cihekî ne pêwîst e nakim, lê ez tiştek wisa dikim ku bingeha pirsgirêkên heman e û bi vî awayî gelên cuda dikevin di nav têkiliyê de. Ez bixwe jî niha derbarê Kurdan lêkolînan dikim û  hîn dibim û dibînim ku gelekî tişt dişibin hev.”

Şano heta niha li Washington D.C, Pennsylvania û New Jerseyê hatiye pêşkêşkirin û wisa tê çavêrêkirin ku dê li hinek eyaletên din jî were pêşkêşkirin.

Piştre jî şanoyê dê here Ewropayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst