HSD: Komên çekdar êrişî Xerab Eşkê kir
Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk diyar kir ku di navbera şervanan û komên ser bi Şamê ve şerê dijwar didome, agirbest careke din ji aliyê komên çekdar ve hat binpêkirin.
Navenda Ragihandinê ya HSDyê vê sibehê li ser şer û pevçûnên li Kobaniyê daxuyaniyek belav kir.
HSDyê di wê daxuyaniyê de got, “Komên çekdar êrişeke bejayî û topbaran li ser bajarokê 'Xerab Eşk'ê yê li bakurê rojhilatê Kobaniyê pêk aniye.
Hevdem li gel wê êrişê, balafirên Tirkiyeyê piştgiriya wan kiriye û şer zêdetirî sê demjimêran e didome."
Ev di demekê de ye ku agirbesta di navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê de 15 roj hatibû dirêjkirin lê her du alî hevdû bi binpêkirina agirbestê tohmetbar dikin.
Berdevkê YPGyê Siyamend Elî îro ji Rûdawê re got, "Roja yekşemê ji 6 herêman ve êrişî ser HSDyê hat kirin, piraniya wan li Kobaniyê bûn.
Bi taybetî li eniya bajarokê Çelebiyeyê yê li başûrê rojhilatê Kobaniyê êriş kirin lê şervanan bersiv da û êrişên wan şikandin."
Li eniya gundewarê rojavayê Kobaniyê, bi taybetî gundên "Zêrk" û "Qasimiyeyê" jî bûn hedef.
Li gorî gotina Siyamend Elî, di encamê de zarokekî canê xwe ji dest da û çar zarokên din jî birîndar bûn.
Elî her wiha anî zimên ku li herêma Cizîrê bi sê dronên xwekuj êrişî gundê "Qirê" yê li ser sînorê bajarokê Girkê Legê hatiye kirin û her wiha gundê "Sefa" yê li gundewarê navçeya Çilaxayê jî bûye hedef.