UNHCR: Li bakurrojhilatê Sûriyeyê zêdetirî 100 hezar kesan koçber bûne
Berdevka Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) a Rojhilata Navîn Rula Aminê ji Rûdawê re ragihand, ji ber aloziyên dawî zêdetirî 100 hezar kesan li bakur û rojhilatê Sûriyeyê koçber bûne û zivistanê jiyan li wan zehmet kiriye.
Rula Aminê her wiha eşkere kir ku karwanekî alîkariyê gihiştiye Kobaniyê lê pêdivî gelekî zêdetir in.
Berdevka UNHCRyê li Rojhilata Navîn Rula Amin îro beşdarî bultena saet 12:00an a Rûdawê bû û bersiva pirsên Rêbwar Elî da.
Rula Aminê got, "Li gorî hinek amaran, hejmara koçberan 100 hezar kesan derbas dike" her çiqas hejmar ne teqez bin jî.
Li gorî gotina Rula Aminê, pêleke nû ya koçberiyê dest pê kiriye û gelek kes neçar mane malên xwe bi cih bihêlin.
Berdevkê da zanîn ku tenê li bajarê Hisîçayê zêdetirî 4 hezar malbatan di nav penageh û dibistanan de dijîn, ji bilî bi hezaran malbatên din ku li cem xizm û kesûkarên xwe dimînin.
Rewşa Kobaniyê û gihandina alîkariyê
Rula Aminê derbarê rewşa bajarê Kobaniyê yê ku ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyeyê ve hatiye dorpêçkirin de eşkere kir ku roja yekşemê bi hevahengiya li gel hikûmeta Sûriyeyê û aliyên peywendîdar, karwanekî alîkariyê gihiştiye bajêr.
Berdevka UNHCRyê got, "Karwan ji 24 barhilgiran pêk dihat û ji Helebê bi rê ket; xwarin, cilên zivistanê, betanî û pêdiviyên din tê de bûn."
Lê wê tekez kir ku rewşa xelkê Kobaniyê û koçberên ku berê xwe daye bajêr zehmet e û pêdiviya wan bi av, kareba û xwarina zêdetir heye.
Serma û metirsiya li ser jiyana zarokan
Rula Aminê derbarê nûçeyên mirina zarokan a ji ber sermayê ji Rûdawê re got, "Raporên piştrastkirî li ber destê me nînin lê metirsî mezin in."
Wê amaje bi wê yekê kir ku niha "çileyê zivistanê" ye û berf û serma rewş li koçberan girantir kiriye, bi taybetî ji bo yên ku di nav kon û penagehan de dijîn û sobe û sotemeniyên wan nînin.
Astengiyên li pêşiya tîmên hawarçûnê
Rula Aminê behsa wê yekê kir ku rewşa ewlehiyê û hebûna xalên kontrolê û hêzên leşkerî li ser rêyan, wiha kiriye ku gihîştina hemû deveran hêsan nebe.
Berdevka UNHCRyê di dawiya axaftina xwe de ji Rûdawê re got, "Daxwaza herî mezin a xelkê ewlehî û aramî ye da ku karibin vegerin ser malên xwe, çimkî dirêjkirina koçberiyê û mayîna di vê rewşê de dibe sedema karesata mirovî."
Berdevka UNHCRyê ya Rojhilata Navîn Rula Amin pirsên Rêbwar Elî bersivandin:
Rûdaw: Hûn ji bo alîkariya koçberên bakur û rojhilatê Sûriyeyê çi dikin?
Rula Amin: Bê guman komîserî ev çendîn sal in li Sûriyeyê ye û alîkariya hemû kesên ku pêdiviya wan bi alîkariyê heye dike, bi taybetî yên ku ji ber şer û pevçûnan di salên borî û niha de neçar bûne birevin; ew di navenda karên me de ne. Komîserî di gelek waran de kar dike û hewl dide wan pêdiviyan bigihîne wan ku em wekî kelûpelên hawarçûna seretayî bi nav dikin û carinan jiyanê rizgar dikin. Pêdiviyên zivistanê hene, betanî, doşek û cilên zivistanê hene.
Her wiha hevkarên min li qadê li Sûriyeyê kar dikin ji bo parastina wan koçberên ku neçar bûne ji tirsa canê xwe malên xwe bi cih bihêlin. Em hewl didin bigihîjin hemû kesên ku em dikarin bigihîjin wan, lê bê guman tu dizanî rewş li wir aloz e û rewşa ewlehiyê ne cîgir e, ev jî azadiya livînê û şiyana me ya ji bo gihîştina hemûyan sînordar dike.
Loma yek ji wan mijarên sereke yên ku komîserî tekezî li ser dike û hemû aliyan han dide, dabînkirina rêya aram e ji bo hemû karmendên rêxistinên hawarçûnê da ku karibin bigihîjin wan kesan. Doh karwanekî ser bi Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên din ên mirovî hebû, 24 barhilgir bûn ku xwarin, kelûpelên hawarçûna seretayî, cilên zivistanê, betanî, doşek, pêdiviyên zivistanê û nixumandêrên plastîkî ji bo penageh û konan bar kiribûn.
Hemû ev doh ji Helebê ber bi Kobaniyê ve bi rê ketin, ev jî bi hevahengiya li gel hemû aliyan bi taybetî hikûmeta Sûriyeyê û desthilatdarên wir hat kirin. Em hêvîdar in karwanên din jî hebin, çimkî rewş li wir gelekî zehmet e û ew xelkê ku li wir mane û di wê rewşa ewlehiyê ya aloz de hatine dorpêçkirin, pêdiviya wan bi avê heye, pêdiviya wan bi xwarinê heye, pêdiviya wan bi karebayê heye; pêdiviyên wan zêde ne û divê hemû kar bikin ji bo dabînkirina wan pêdiviyan.
Bê guman tiştê ku koçber û hemû xelkê sivîl ê Sûriyeyê herî zêde pêwîstiya wan pê heye, ewlehî û aramî ye. Wate rawestandina şer û kêmkirina aloziya ewlehiyê daxwaza herî mezin a hemû Sûriyeyiyan û koçberan e jî. Divê di van rewşên zehmet de rê li ber êşandina xelkê sivîl were girtin, divê parastina wan û gihîştina alîkariyan were misogerkirin.
Rûdaw: Ti zanyariyên we li ser rewşa Kobaniyê û wan koçberên ku berê xwe daye wî bajarî hene?
Rula Amin: Min behsa rewşê kir, lê bê guman rewşa wan zehmet e. Em behsa malbat, zarok û jinan dikin ku li wir asê mane. Wekî ku di raporan de digihîje me, qutbûna kareba û înternêtê heye, carinan kêmavî heye, pêdiviya wan bi xwarin, betanî û pêdiviyên zivistanê heye.
Niha em dizanin di çileyê zivistanê de ne, wate keşûhewayeke sar û dijwar heye, berf heye, ev jî tê wateya ku pêdiviya xelkê zêdetir dibe û şiyana wan a ji bo bergiriya pirsa koçberiyê kêmtir dibe, loma alîkariya wan gelek gelek gelek pêwîst e.
Rewş wekî ku tu dizanî aloz e, sînor li ser hatûçûnê hene, gihîştina wê deverê hêsan nîne, lê em hewl didin û hêvîdar in ji bilî wî karwanê ku doh gihişt, karwanên din jî hebin ji bo pêşkêşkirina alîkariya zêdetir.
Rûdaw: Karên we gihîştine kû derê ji bo vekirina rêyeke ewle? Çi astengî li pêşiya vê hene?
Rula Amin: Gihandina wan alîkariyan di bin siya rewşa ewlehiyê ya aloz de hêsan nîne. Hêza leşkerî bi awayekî zêde li ser rêyan heye, xalên kontrolê hene, koçber zehmetiyê dibînin di hatûçûn û livînê de. Wekî nimûne li Hisîçayê li zêdetirî 140 cihan in, ew li zêdetirî 140 cihan in ku em jê re dibêjin "penagehên bikom", lê qelebalixî heye, sermayeke dijwar heye, pêdiviya wan bi kelûpelên hawarçûnê û xwarinê heye.
Em hewl didin bigihîjin wan, lê mijar hêsan nîne. Em hevahengiyê li gel hemû aliyên qadê dikin û her tim wan han didin ji bo dabînkirina ewlehiyê ji bo karmendên rêxistinên hawarçûnê da ku em karibin bigihîjin hemûyan.
Bê guman niha rewşa ewlehiyê ji ber agirbestê cîgir e, lê li cem piraniya koçberan û niştecihên bakur û rojhilatê Sûriyeyê tirs heye, diltengî heye, piştrast nînin rewş ber bi kû derê ve diçe, gelo şer dest pê dike? Gelo agirbest were bicihanîn? Gelo dikarin vegerin ser malên xwe? Kengî vedigerin? Gelo maweya koçberiya wan dirêj dike? Ev dibe sedema diltengî û aloziyeke zêde di nav niştecihan de. Pêdiviya wan bi sobe heye, qelebalixî jî mijarek e ku astengiyeke mezin ji bo şiyana bergiriya wan durist dike.
Ji ber vê yekê em dibêjin cîwarkirina agirbestê, rawestandina wan şeran, cîwarkirina ewlehî û aramiyê li Sûriyeyê daxwaza piraniya herî zêde ya Sûriyeyiyan e. Tu dizanî piştî salan ji cengê û salan ji şer, xelk westiyane, zêdetirî 7 milyon koçber li seranserê Sûriyeyê hene û pêdiviya wan a zêde heye.
Bê guman pêdiviya herî mezin ew e ku aramî hebe, ewlehî û aramî her hebe, hest bi aramiyê bikin û karibin vegerin ji bo malên xwe, ji bo gundên xwe, ji bo bajarên xwe. Ev daxwaza piraniya Sûriyeyiyan e û gelek ji Sûriyeyiyan hesretkêşên wê yekê ne ku bi aştî bijîn, malên xwe û jiyana xwe ava bikin.
Loma komîserî di gotûbêjên xwe de li gel aliyên navxweyî yên Sûriyeyê û aliyên derveyî Sûriyeyê jî ku bandora wan heye yan rêxistinên hawarçûnê dabîn dikin, her tim tekezî li ser wê yekê dike ku herhebûna ewlehî û aramiyê li Sûriyeyê û vegera aramiyê daxwaza herî mezin a hemû Sûriyeyiyan e.
Sûriyeyî xemxwar in ji bo avakirina jiyana xwe, lê pêdiviya wan bi piştgiriyê ye û pêdiviya wan bi wê yekê heye ku hemû ew mijarên cihê nîgeraniyê ne werin rawestandin ku lîstikê bi ewlehiya wan dikin. Ew agirbesta mayînde dixwazin, çareseriya siyasî dixwazin, dixwazin gund û bajarên xwe ava bikin, zarokên xwe bi aramî bişînin dibistanê. Ev daxwaza piraniya Sûriyeyiyan e û divê yekxistina hewlan bi wî alî be.
Rûdaw: Çend amar hatine belavkirin derbarê mirina xelkê, di nav de ji ber sermayê, li gorî rapor û amarên we çend kes ji ber rewşa mirovî mirine û çend ji wan zarok bûn?
Rula Amin: Mixabin derbarê mirina wan zarokan ji ber sermayê, raporên piştrastkirî li ber destê me nînin û ez nikarim wan raporan piştrast bikim. Lê tiştê ku ez dikarim tekez bikim ew e ku her koçberek û her kesek ku asê mabe, her malbatek li herêmekê asê mabe ku şer yan aloziya ewlehiyê tê de heye, rûbirûyî astengiyên mezin dibin.
Kelûpelên pêwîst nînin da ku zarokên xwe ji sermayê biparêzin, zarokên xwe ji şer, ji gule û bombeyan biparêzin. Ew wekî armanca yekem dixwazin malbatên xwe biparêzin, xwarinê ji wan re dabîn bikin, germiyê ji wan re dabîn bikin, sobe, gaz û neftê ji wan re dabîn bikin.. Hemû ev daxwazên sereke ne.
Ew bahoza berfê û baranbarîn zehmetiya parastina wan zêdetir dike û pêdiviya wan tundtir dibe û êş mezin dibe. Loma em her tim tekez dikin û ducare dikin; rawestandina şer, gihîştina bi çareseriya siyasî, parastina xelkê sivîl, piştrastkirina wan û gihandina alîkariyê ji bo wan divê karê sereke be.
Rewş gelekî zehmet e, Xwedê alîkarê wî xelkî be bi taybetî koçberan. Wate mayîna di nav kon yan di penagehekê de di van rojên zehmet ên sermayê de tiştekî gelekî westîner û taqetşikên e û dibe sedema karesata mirovî.
Rûdaw: Hejmara koçberan gihiştiye çend kesan li bakur û rojhilatê Sûriyeyê?
Rula Amin: Bi giştî.. Bê guman bi hezaran malbat hene neçar bûne koçber bibin. Zêdetirî 4 hezar malbat di penagehên Hisîçayê de ne, bi hezaran malbatên din hene ku kesûkar, xizm û dostên wan ew mêvan kirine û li bajar û gundan in. Hejmar li gorî hinek amaran 100 hezar kesan derbas dike, lê hejmar ne hûrgilî ne. Her roj ku ev aloziya ewlehiyê berdewam bike û piştrastî ji cîgirbûna rewşê nebe, xelkê zêdetir neçar dibin koçber bibin.
Me berî vê qeyranê kar dikir ji bo teşwîqkirina xelkê û alîkariya wan ji bo vegera li mal û gundên wan, niha pêleke nû ya koçberiyê li Sûriyeyê heye, ev jî tişta dawî bû ku me hêvî dikir. Divê hewl ji bo rawestandina koçberiyê û rawestandina wan şeran bên zêdekirin ku xelkê neçar dikin malên xwe bi cih bihêlin, berevajî divê kar ji bo cîgirbûna ewlehiyê, karkirina ji bo aramiya ewlehiyê û dabînkirina ewlehî û aramiyê ji bo malbatan were kirin, wate karibin vegerin ji bo gund û bajarên xwe û ev armanca giştgir e.
Heta ku ev tê kirin, em li wir in, hevkarên min li Qamişlo, li Hisîçayê, li Dêrezorê û li Reqayê hene û hewl didin bigihîjin hemû kesên ku pêdiviya wan bi alîkariyê heye, lê bê guman wekî tu dizanî pirsgirêka kêmiya çavkaniya darayî heye, rewşa ewlehiyê li ser rêyan dibe ku ne alîkar be ji bo gihîştina bilez bi hemû kesên ku pêdiviya wan bi alîkariyê heye, lê em hewl didin û em dê berdewam bin di gihîştina bi hemûyan eger em karibin.