Ji bo nexweşxaneyên Qamişloyê hişyarî: 'Derman kêm dibin'

Hewlêr (Rûdaw) - Li nexweşxaneyên Qamişloyê çareseriya birîndarên şer tê kirin û her çiqas niha dermanên pêwîst hebin jî birêvebirên nexweşxaneyan hişyariya kêmûkasiyan didin.

Birêvebirê Nexweşxaneya Pisporî ya Qamişloyê Dr. Meqsûd Qamişlî li ser rewşa nexweş û nexweşxaneyan ji Rûdawê re axivî.

Dr. Meqsûd Qamişlî ragihand ku pêdiviya wan bi serum, xwîn, dermanên dijî îltîhabê û antîbiyotîkan heye.

Dr. Meqsûd Qamişlî da zanîn ku ew hemû neştergeriyên ji bo birîndarên şer belaş dikin.

Birêvebirê Nexweşxaneyê bal kişand ser rewşa dorpêçê ya li ser herêmê û hişyarî da:

"Eger dorpêç bi vî awayî berdewam bike, dê derman nemînin."