Li Hisîçayê êrişa bi dronê: Birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku komên girêdayî Şamê li gundewarê Hisiça û Kobaniyê êrişên xwe zêde kirine û di encama êrişa dronan de 3 sivîl birîndar bûne.

HSDyê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Şamê li gundê Milibiyê yê li başûrê Hisiçayê bi dronan êriş pêk anî û 3 sivîl birîndar bûn.

Şer didome

Li gorî daxuyaniyê, li gundê Safayê yê li başûrê Çilaxayê yê Hisîçayê şer û pevçûn berdewam dikin.

Hat diyarkirin ku komên çekdar berê îro li wê deverê bi pêş ve çûne û bi gelek dronan li gund xistiye ku di encamê de sivîl birîndar bûne.

Topbarana li gundewarê Kobaniyê

HSDyê eşkere kir ku wan koman piştî çend hewldanên derbasbûnê, gundên Xirab Eşk û Çelebiyê yên li başûrrojhilatê Kobaniyê bi dijwarî topbaran kirine.

Hat destnîşankirin ku ev êriş hevdem in bi firîna zêde ya dronên keşfê yên Tirkiyeyê.

"Ji malbatekê 5 kes mirin"

Li aliyê din, HSDyê îra ragihandibû ku li gundê Xirab Eşkê di encama topbarana giran de komkujiyek li dijî Malbata Bozanan hatiye kirin û 5 endamên malbatê miribûn, 5 kes jî birîndar bûbûn.

“Agirbest zêdetirî 20 caran hatiye binpêkirin”

Navenda Ragihandinê ya HSDyê di dawiya daxuyaniya xwe de bal kişand ser binpêkirina agirbestê û got:

"Hêjayî gotinê ye ku wan koman heta niha zêdetirî 20 caran rêkeftina agirbestê bin pê kiriye. Ev yek piştrast dike ku siyaseta wan a aloziyê û êrişên li ser sivîlan û deverên niştecihbûnê berdewam dikin."